Guneş Gumuş: Krîza aborî wê hêrsek mezin jî bi xwe re bîne

  • 09:04 22 Tîrmeh 2018
  • Ked/Aborî
ENQERE - Aborînas Guneş Gumuş diyar kir ku krîza aborî wê her biçe kûr bibe û ji ber polîtîkayên AKP’ê wê krîza mezin bê jiyîn û got: “Xizanî li ber deriyê me ye. Ji ber tiştên tên jiyîn wê hêrsek cidî jî derkeve holê.”
 
Seroka Giştî ya Partiya Kedkarên Sosyalîst (SEP) û aborînas Guneş Gumuş  daneyên aborî nirxand û balkişand ser tiştên di dema pêş de tên jiyîn.
 
‘Wê krîzek cidî bê jiyîn’
 
Guneşê balkişand ser krîza aborî û wiha got: “Der barê ku krîzek aborî ya cidî bê jiyîn de gotin hene. Ez wisa difikirim. Ev rewş ne nû ye. Tirkiye di çaryeka sêyemîn de tengezar bû. Piştre jî mezin bû. OTV û KDV negirtin. Teşwîq pêk hatin.”
 
‘Şansê AKP’ê yê ji krîzê derkeve tuneye’
 
Guneşê destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de deyn zêde bûye û enflasyon jî zêde bûye û wiha got: “Di vê pêvajoyê de behsa mezinbûnê nayê kirin û her diçe ber bi xerabûnê ve diçin. Şansa AKP’ê yê ji vê krîzê derkeve tuneye. Enflasyon derket ji sedî 15’yî. Dolar gihaştiye sînorê 5 TL’yî. Serokomar her tim digot wê faîz bikevin. Bankaya Navendê ji ser 4 puanî zêdekirin pêk anîn. Dovîz bi awayekî cidî zêde dibe û TL jî bê nirx dimîne. Em dikarin bi îflasa lijneyên wek Yildiz û Doguş Holdîngê re bên rû hev.”
 
‘Krîz li ber derî ye’
 
Guneşê ev tişt anî ziman: “Enflasyon bandor li meaşan nake. Em vê zelal bêjin xizanî li ber derî ye. Ji bilî vê ger îflasên şîrketan pêk bên, wê betaliya girseyî bê jiyîn. Yanî krîz li ber derî ye. Di krîzê de yên ewil ji kar bên avêtin jî jin in. Ev krîz wê herî zêde bandorê li ser bindestan û komên xizan bike.”