Yên li qada îstîhdamê nayên dîtin: Jinên karker!

  • 09:10 16 Tîrmeh 2018
  • Ked/Aborî
STENBOL -  Akademîsyen Asli Odman  derbarê cînayetên kar de nirxandin kir û diyar kir ku  di îstîhdama jinê de xebata derveyê qeydê mijara gotinê ye û sedema vê jî eve ku jin di sektor û cihên diyarkirî de tên xebitandin.
 
Li gorî daneyên Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karker (ÎSÎG) ji 28’ê Kanûna 2017’an û şûnde 2 hezar karker di dema kar de jiyana xwe ji dest dane.  Endama ÎSÎG’ê Aslin Odman  der barê jiyana xebatê de û binpêkirina mafan de,  nirxandin kir  û got wan bi jimartina kesên jiyana xwe ji dest dane xwe gîhîhandine daneyan.
 
Nexweşiyên pîşeyî nayên dîtin
 
Asliyê bi lêv kir ku di jiyana xebatê de nexweşiyên pîşeyî, kuştinên kar nayên dîtin û wiha pê de çû: “Ligel vê yên herî kêm tên dîtin jî jin in. Tenê kesên xebata wan hatine tescîlkirin, mirinên wan tên dîtin. Heta niha ji 2 hezar karkerî ji sedî 10 û sala borî jî ji sedî 6 jinên karker jiyana xwe ji dest dane.
 
Karkerên çandiniyê derveyê qeydê ne
 
Asliyê di berdewamiyê de bal kişand ser pirsgirêkên jinên karkerên demsalî  û bi lêv kir ku karkerên çandiniyê yên jiyana xwe ji dest didin nagirin bin qeydan. Asliyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêjeya jinên di qada tenduristiyê de dixebitin ji sedî 55-60 e. Di van sektoran de jî jin di astên kêm de dixebitin. Piranî hemşîre, teknîker û karkerên paqijiyê jin in. Ev jin di nava demê de ji ber  radyasyonê bi nexweşiyan dikevin.”
 
‘Di jiyana xebatê de jin nayên dîtin’
 
Asliyê her wiha derbarê îstîshdama jinê de jî nirxandin kir û got ji sedî 30 jin tên îstîhdamkirin û got wan tenê ji sedî 3’ê jinên dixebitin tespît kirin û ev rewş jî di esasê de nedîtina jinan a di jiyana kar de nîşan dide.