Hat îxrackirin lê serî netewand, alternatîfa xwe ava kir

  • 09:09 30 Hezîran 2018
  • Ked/Aborî
Rojda Aydin
 
AMED - Gulşen Kalkan a ku li Şaredariya Pîranê li beşa têkiliyên gel dixebitî, piştî ku qayûm tayînê şaredariyê hat kirin ji kar hat îxrackirin. Gulşen, diyar kir ku ji bo mihtacî tu kesî nebe alternatîfa xwe ava kiriye û bi komkirina kezwanan debara xwe dike.
 
Piştî ku qayûm tayînî şaredariyên Partiya Heremên Demokratîk (DBP) hat kirin bi hezaran mirov ji kar hatin avêtin. Ji van şaredariyan yek jî Şaredariya Pîranê ya Amedê ye. Piştî ku qayûm hat tayînkirin bi hezaran kes ji ser karê xwe hat îxrackirin û dest bi têkoşîna jiyanê kirin. Ji van kesan yek jê jî  Gulşen Kalkan a ku ji Şaredariya Pîranê hatiye îxrackirin e. Gulşen a ku dayika 3 zarokane li dijî zordestiyê serî netewand û alternatîfa xwe bi xwe ava kir .Gulşenê niha bi komkirina kizwanan a li baxçeyan û sebze ku dike debara xwe dike.
 
'Min alternatîfa xwe bi xwe ava kir'
 
Gulşen anî ziman ku hevjînê wê 4 sal in di girtîgehê de tê girtin û wiha pêl da axaftina xwe: “Hevjînê min sal û nîvek di Girtîgeha Xarpêtê de ma, piştre jî sirgûnî Girtîgeha  Tokatê hat kirin. Bi sê zarokan re tim diçim Girtîgeha Tokatê, lê belê bi zarokan re çûyîn jî gelek zehmet e. Ez di Şaredariya  Pîranê de dixebitîm, piştî ku qayim tayînê şaredariyê hat kirin hatim îxrackirin. Piştî ku ez hatim îxrackirin di malê de rûneniştim, min alternatîfa xwe bi xwe ava kir. Karê ku ez dikim dibe ku bi zahmet be, lê min nexwast ku ez mihtacî tu kesî bibim. Min xwest ku nîşanî wan bidim ku çawa jin li ser nigên xwe disekinin û min nîşanda jî. Niha ez diçim di zeviyan de kezwanan kom dikim û mezeloqa ku bi daran ve çêdibe kom dikim û pê debaraa xwe dikim. her wiha ez cureyên dinên sebze û fêkiyan jî kom dikim û  reçela tuyan jî çêdikim. Ji kezwanên ku kom dikim jî qahweyê hildiberînim. Bi karê ku ez dikim debara xwe û zarokên xwe dikim.”
 
‘Qehweya kezwanan ji kuxik û sermayê re baş e’
 
Gulşenê, di dirêjiya axaftina xwe de diyar kir ku  kezwan bi xwe bi daran ve şîn dibinn û wiha behsa çêkirina qehweya qizvanê kir: “Em kezwanan naçînin, ew di zeviyên mezin de bi xwe şîntên. Dema payîz tê ez diçim kom dikim. Piştî ku min anî di serî de wan baş dişom, piştre di firinê de sor dikim. Piştre dixim makîneyê û baş hûr dikim û bi vî awayê qehweyê amade dikim. Ez piştre difroşim. Di malê de kesên dikirin hene, li Pîranê jî li gelek cihan difroşim. Lê bi taybetî jî Amed li wê daxwaz zêde ye. Zivistanê em bi taybetî qehweya kizwanan  vedixwin. Qehweya kizwanan ji kuxik û sermayêre jî gelek başe.”