Li dijî çavkaniya debara Ayşeyê bêtehemuliya şaredariyê

  • 09:08 28 Hezîran 2018
  • Ked/Aborî
MERSÎN - Ayşe Çelîk ku yekane çavkaniya debara wê bîsîkleta seyare ye û bisiklêta wê ji aliyê zabiteyên şaredariyê ve hat girêdan wiha got: “Şaredarî alternatîfan hilnaberîne û pêşî li çavkaniyên debara gel jî digire. Em çi bikin? Ma em birçî bimînin? Em diziyê bikin.?”
 
Ayşe Çelîk ku her sibeh bi bîsîkleta xwe diçe Parka Ataturkê, jiyana wê bi zor, zehmetî û têkoşînê derbas dibe. Marketa xwe ya seyar ya li bîsîkletê bar dike, berê xwe dide peravê û têkoşîna jiyana xwe vegot.
 
Di marketa wê ya seyar de çay, av, dendik û ava fêkiyan heye. Ayşe bi vê yekê debara xwe dike û wiha dibêje: “Du zarokên min hene. Hevjînê min bi salan berê wefat kir. Ji bo debara zarokên xwe bikim min dest bi xebatê kir. Min bîsîkletek seyar kirî. Zarokên min zewicîn. Ji malê derketin. Lê bi salan e ez debara xwe dikim. Ez têkoşîna jiyanê didim.”
 
Ayşeyê daxuyakirin ku hem ew hem jî keça wê ji ber şîdeta mêran ji hevjînê xwe veqetyane û got bê mêr mirov dikarin bijîn û debara xwe bikin. 
 
Ayşeyê bertek nîşanî zabiteyên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê dan û  got şaredarî li şûna li hemberî betaliyê alternatîfan ava bike çavkaniya debara gel asteng dike. Ayşeyê got: “Ez bi dehan carî çûm şaredariyê. Min got ev bîsîklet yekane çavkaniya debara min e. Min destûr xwest. Lê destûr nedan. Her carê min dibînin bisîkleta min digirin û girê didin. Ceza didin. Ez naxwazim êdî wisa be. Ma em çi bikin? Em birçî bimînin? Em diziyê bikin?”