Li Stenolê modelên dan û standina alternatîf zêde dibin

  • 09:29 25 Hezîran 2018
  • Ked/Aborî
Evrîm Kepenek
 
STENBOL - Koperatîfên taxê yên li Stenbolê zêde dibin, bikarhêner raste rast digihîne hilberî û pêşî dide hilbijerînên adîlane û piştevaniyê.
 
Li Stenbolê ewil Koperatîfa Bikarhêneriyê ya Bogazîçî xurekên bi ewle gîhand ber destê welatiyan.  Welatiyên li cihên cuda yên Bogazîçî jî li cihên diman koperatîfên xwe ava kirin û hewldanên xurekê ava kirin.  Li Stenbolê niha Koperatîfên Hewldana Koşuyolu, Hewldana Şîşlî, Komeleya Jiyanêya Anadolu, Hewldana Taxa Goztepe û Beşîktaş û Kadikoyê heye.
 
Mînakek: Hewldana Koperatîfa Beşîktaşê
 
Hewldana Koperatîfa Beşîktaşê her hefte kom dibe û li ser xebatên xwe biryaran dide. Di standana li Parka Abbasaga ava kirin de rûnê zeytûnan yê ji koperatîfa gel a Karaburun,  çay ji Kooperatîfa Hopa, sabun ji Somayê ji destê jinan derketine.  Hinek kes ji ser çapemeniya civakî jî dikarin xwe bigihînin van hilberînan. Ji Koperatîfa Beşîktaşê Kubra Baş diyar kir ku ew ne mahkumên marketan û refên organîk yên marketane û got ew hewl didin ku hilberîn bi awayekî adîlane biçin ser destê bikarhêneran.
 
Dikarin ji ser çapemeniya civakî xwe bigihînin
 
Di nav hedefên Koperatîfa Beşîktaşê de vekirina dukanekê heye. Ji facebokê mirov dikarin xwe bigihÎnin Koperatîfa Beşîktaşê. Her wiha Koperatîfa Kadikoyê jî hîmê piştî berxwedana Geziyê hat avêtin. Ev demek dirêje di nav modelên dan û stendinê de cih digire.