‘Çanda sedeqeyê ji holê rabikin’

  • 09:25 22 Hezîran 2018
  • Ked/Aborî
AMED - Namzeta HDP’ê ya Amedê Ferda Fahrîoglu Akin bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiyeyê û projeya aboriyê ya HDP’ê pêşniyar kiriye û wiha got: “Em ê çanda sedeqeyê ji holê rabikin. Nepoxa  AKP’ê teqya. Hemû gelên Tirkiyeyê van xespan dizanin. Ev hilbijartin loma girîng e.”
 
Namzeta HDP’ê ya Amedê Ferda Fahrîoglu Aydin sernavên ‘bi maf, civakî û aboriya bêdeyn’ ya di bernameya hilbijartinê yên HDP’ê nirxand. Ferdayê diyar kir ku AKP’ê di desthilatdariya 16 salan de her tim gel bi sozên daye xapandiye.
Ferdayê wiha got: “Tirkiye ev 16 sal e bi zîhniyeta bazirganiyê tê bi rêvebirin. Di dawiya 16 salan de em bi bazirganiyek têk çûye re hatin rû hev. Axa Tirkiyeyê gelek dewlemende. Lê ev nayê bikaranîn û Tirkiye bi dewletên derve re girêdayî ye.”
 
‘Malbata AKP’ê dewlemend bû û gel jî xizan bû’
 
Ferdayê daxuyakirin ku AKP’ê bi nelêrêtiyên xwe çîna burjuva ava kiriye û  ji vê dewlemendiyê jî AKP û malbata xwe sûd girtiye û gel jî xizan bûye. Ferdayê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Aboriya mafdar li Tirkiyeyê neketiye jiyanê.  Li Tikriyeyê aboriyek newekhev heye. Li Tirkiyeyê tu kes heqdestê xwe nagire. AKP’ê jiyana karker tune hesiband. Emê çanda sedeqê ji holê rabikin. Balona xeyalê ya AKP’ê teqya. Hemû gelên Tirkiyeyê van xespan dizanin. Ev hilbijartin ji ber vê girînge.”