‘Ger tutun biqede wê Semsur jî biqede’

  • 09:08 15 Hezîran 2018
  • Ked/Aborî
SEMSUR - Li Semsurê yekane çavkaniya debarê tûtin e û ji ber qedexeya tûtinê gel bi bertek in. Jin diyar dikin ku ger tûtin tunebe wê Semsur biqede, wê betal bimînin û dê ew ê li malên xwe rûnin.
 
Pêşnûmeya qanûna ‘ kesên bazirganiya cigarê dikin û dipêçin û difroşin wê rastî ji 3 salan heta 6 salan ceza bê’ ji Lijneya Giştî ya Meclîsê derbas bû. Vê rê li bertekên gel vekir. Jinên ku kedek mezin didin hilberînê, bertekên tund nîşan dan. Tûtina sala borî kîloya wê bi 120’an dihat firotin îsal bi 80’ê TL tê fitotin. 
 
‘E zarokên xwe bi tûtinê didim xwendin’
 
Sultan Bakir a li navçeya Bulam a Semsurê dijî got jiyana xwe bi çandiniya tûtinê derbas kiriye û wiha got: “Min xwe dîtiye nedîtiye em vî karî dikin. Yekane çavkaniya debara me tûtin e. Ger tûtin tunebe em ê çi bikin? Tu tiştekî me tuneye. Kurekî min xwendekar e. Ez bi tûtinê zarokê xwe didim xwendin.”
 
Sultanê di berdewamiyê de bi lêv kir ku serokwezîr Tayyîp Erdogan biryara qedexeya tûtinê daye û got yek kesek nikare biryara vê bide û wiha got: “Li Semsurê tûtin tunebe nabe. Temenê me bi tûtinê derbas bû. Tûtin neyê firotin wê ne nan ne jî xwarin hebe.”
 
‘Tûtin tunebe ev der diqede’
 
Fatma Korkmaz jî ku jinek din a çandiniya tutunê dike ye, diyar kir ku qedexeyê her kes birçî hiştiye û got ew karê tûtinê nekin wê bi çi debara xwe bikin û ger tûtin biqede wê ev der jî biqede.
 
Jina bi navê Zarîfe jî wiha got: “Ez li ser zeviyê tûtinê rojane bi 70 TL dixebitim. Em heta êvarî li ser piyan e. Em bêyî rawestin dixebitin. Di destên me de tenê karê tûtinê heye. Ev jî qedexe kirine. Ger tûtin tunebe em nikarin tiştekî din bikin.”
 
Karkerek din a nexwest navê xwe bide jî got ger karê tûtinê jî tunebe wê ji birçîna bimirin û mafên xwe xwestin.