Li Qersê sewalkarî hatiye asta tunebûnê

  • 09:10 13 Hezîran 2018
  • Ked/Aborî
QERS-Yek ji navendên herî girîng yên sewalkariyê bajarê Qersê ye û ji ber krîza aborî û qedexeyên zozanan gundî bêzar bûn.  Gundiyên neçar man sewalên xwe bifroşin wiha gotin: “Di televîzyonan de dibêjin rewşa welat pir başe. Ger ku rewşa welat pir başe çima em neçar dimînin sewalên xwe bifroşin.”
 
Rêjeya enflasyona salene ji sedî 12.15 zêde bû û li Tirkiyeyê di meha Gulanê de enflasyon li gorî meha din ji sedî 1,62 zêde bû.
Yek ji bajarên ku sewalkarî lê hatiye asta tunebûnê Qers e. Malbatên li gundê Susuz sewalkariyê dikirin, neçar man sewalên xwe bifroşin.
 
‘Sewalkarî di destê me de mabû ew jî rabû’
 
Songul Uzeyîr ku bi salane bi sewalkariyê debara xwe dike got ew neçar mane sewalên xwe bifroşin û wiha pê de çû: “Ji ber em nikarin biçin zozanan em gîhayên sala borî didin sewalan. Ev jî wan têr nake. Şîr baş nadin. Em wek jinan qadên me yên aborî tune ne. Me sewalkarî dikir ew jî nema. Sê dewarên min hebûn niha yek ma. Yên din min firotin.”
 
Songulê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku hevjînê wê nikare bixebite û dewlet jî her diçe mirovan xizan dike û wiha dawî li axaftina xwe  anî: “Li gundan jiyan zehmet bû. Em nikarin sewalan xwedî bikin. Em tên mexdurkirin. Me berê sewalên xwe dibirin zozanan.”
 
Elmas Uzay jî destnîşan kir ku krîza aborî roj bi roj mezin dibe û wiha pê de çû: “Madem aboriya welat evqas baş e çima em sewalên xwe difroşin? Çavkaniyên debarên me  yek bi yek ji me tên girtin. Divê qedexe demildest rabin.”