Di navbera du bajaran de du jinên kedkar

  • 09:06 12 Hezîran 2018
  • Ked/Aborî
Melîke Aydin
 
AYDIN - Jinên bi navê Ummuhan Kaya û Necmiye Meres ên ku li ser riya Mîlas-Sokeyê di tesîsekê de dixebitin diyar kirin ku ew li gund nikarin çandiniyê bikin û ji ber vê li vir bi çêkirina patîleyan debara xwe dikin.
 
Li ser riya navbera Soke ya Aydin û Mîlas a Muglayê di tesîsek bêhnvedanê de jina bi navê Ummuhan Kaya û Necmiye Meres bi çêkirina patîleyan debara xwe dikin.
 
Ummuhan Kaya ya 40 salî ku dayika du zarokan e ev 7 sale li vê tesîsê patîleyan çê dike û diyar dike ku debar her diçe zehmet dibe û neçar dimîne bixebite. Ummuhanê destnîşan kir ku xwendina zarokan divê berpirsyariya dewletê bûya û wiha pê de çû: “Ji bo pêşeroja zarokên xwe em bi fikar in. Zarokên me jî ji bo me bi fikar in. Her diçe karê me zehmet dibe.”
 
‘Em 12 saetan dixebitin’
 
Ummuhanê bi lêv kir ku dîtina kar zehmet nîne lê pereyê tê dayîn wan têr nake û got ew 12 saetan li vir dixebite û wiha got: “Li gund çandinî nabe. Zeytûnên me hene. Her tişt biha ye. Tov, ajotin  û mazot biha ye.”
 
Necmiye Meres ku ev 4 sale bi Ummuhanê re dixebite ji gundekî din yê nêzî vir e. Necmiye ku berê di lokanteyê de dixebitî got hevjînê wê ji ber qezaya kar nikare bixebite û kurê wê jî ev 10 sale garsoniyê dike.
 
Necmiyeyê di dawiyê de bi lêv kir ku xebebata jinan girîng e û got divê jin bixebitin û xwe nedin pelçiqandin.