Pêşengeha Devoşka xwedî rengekî cuda ye

  • 09:03 11 Hezîran 2018
  • Ked/Aborî
Sorgul Şêxo
 
TIL TEMIR- Pêşengeha Devoşka ya ku ji bo welatî kincên hîn erzandtir bikaribin bi dest bixin hatiye vekirin  rengekî cûda da ye bajêr.  Rêvebera Pêşengehê ji me re diyar kir ku Pêşengeha Devoşka xwedî wate û cihekî cûda ye di sûkê de.''
 
Yekîtiya Mamosteyan li Bajarê Til Temir ê Kantona Hesekê bi alîkariya Mala Koompratîfan pêşengeha Devoşka vekir. Di pêşengehê de cilên zarok û jinan tên firotên. Ev pêşengeh di warê buhabûna kincan de bi erzaniya xwe ji gel re dibe alîkar û mamosteyên ku li pêşangehê vî karî dikin jî bêhtir rola xwe ya di nava civakê de dilîzin.  
 
Rêveberiya Pêşengeha Devoşka Cîhan Yûnis diyar kir ku Mamoste di avakirina van koompratîfan de rola xwe baş dilîzin û wiha berdewam kir:''Armanca me wekî mamoste di avakirina vê koompratîvê ew e ku bikaribin bi gelê xwe re bibin alîkar. Rola pêşengeha Devoşka di Sûkê de pir cûda ye.  Ji ber ku hemû pêşengeh amûrên kirînê bi pereyên pir zêde difroşinn gel.  Lê pêşengeha me rewşa gel a şer li ber çavan digire û bi pereyên kêm kincan difiroşe.''
 
'Di vê mamoste ne tenê zarokan perdwere bikin' 
 
Cîhan di berdewamiya axafitna xwe de anî ziman ku erka mamosteyan ne  tenê perwerdekirina zarokan e  û divê ku  civakê jî heşiyar bikin û wiha pêde çû:''Mamosteyên me ji mamosteyên Rêjîmê pir cûda ne ji ber mamosteyên me hem zarokan perwerde dikin û hem jî civakê pêşdixin, heşiyar dikin. Avakirina koompratîfên bi vî rengî aboriya gel û mamosteyan jî hîn xurtir dike."
 
Divê jin di qada aboriyê de jî cih bigirin
 
Cîhan bangewaziya hemû jinan kir ku cihê xwe di qadên aborî de bigrin û gotina ku jin nikarin tiştekî biki vala derxînin. Her wiha kesên ku bazirganiyê dikin divê rewşa gel a şer li ber çavan bigirin  û bi pereyên zêde pêdiviyan nefiroşin gel. 
 
'Bia herkes bê binîne'
 
Hediya Hemîd ku ji bo  pêwîstiyên zarokên xwe hatiye pêşengeha Devoşka nêrînên xwe derbarê pêşengehê de wiha anîn ziman:''Ez pir kêfxweş im bi vekirina vê pêşengehê.  Ji ber ku bi rastî rengekî cûda dide sûka bajêr.  Hin kinc û tiştên din kêm in lê di demên pêş de ez bi hêvî me ku bên temamkirin. Ez bang li her kesî dikim ku werin pêşengeha Devoşka bibînin û ez bawer im dê poşman nebin.''
 
Hêjayî gotinê ye ku pêşengeha Devoşka beriya heftiyekê li Til Temirê nû hat vekirin lê li hemû bajarên din ên bakurê Kurdistanê heye û bi taybetî jî ji aliyê mamosteyan ve tê vekirin.