Li baxçeyan dema gêlazan destpê kir

  • 09:03 6 Hezîran 2018
  • Ked/Aborî
MÊRDÎN - Li Mêrdînê bi hatina havînê re li baxçeyan dest bi komkirina gêlazan hat kirin û li bazar û ser riyan cihê xwe girtin. Faîze Aksoy bi lêv kir ku niha dema gêlazan e û wiha got: “Çend mehên din şûnde em ê tirî kom bikin. Piştre jî em ê hinaran kom bikin û ava wê derbixin. Mirov çiqas li axê binêrin evqas jê hilberîn digirin.”
 
Li Deşta Mêrdînê bi hatina havînê re sezona fêkiyan dest pê kir. Bajarê bi çiya û axa xwe ya dewlemend tê zanîn, van rojan gêlazên wê balê dikşînin.
 
Gêlazên ku zarok li ser riyan difroşin, gihiştina wan demek dirêj digire. Li gundê Akres her sal di vê demsalê de welatî ji baxçeyan kom dikin. Ji welatiyan Faîze Aksoy got ev 10 sale ew ji darên xwe gêlazan kom dikin.
 
‘Li baxçeyên malan jî dar hene’
 
Faîzeyê wiha got: “Ev 10 sale ev dar hatine çandin. Em jî her sal kom dikin. Lê gîhandina wan ne hêsan e.  Em av didin. Em bi traktorê lênerîna wan dikin. Piştre em derman dikin. Wisa digihêjin. Dema hewa germ be zû hişk dibin. Lê dîsa jî her sal derdikevin. Em jî her sal serê havînê kom dikin.”
 
‘Niha dema gêlazan e’
 
Faîzeyê di dawiya axaftina xwe de got ew bi van debara xwe dikin û wiha dawî lê anî: “Ji ber dar kêm in gêlaz jî zêde dernakevin. Lê ji her darê têra me derdikevin. Piştî em kom dikin em hinekan didin derdora xwe. Yên dimînin jî em difroşin. Niha dema gêlazan e. Çend meh şûnde em ê tirî kom bikin. Piştî vê jî em ê hinaran kom bikin û ava wê çêbikin.”