Meral Yildiz a ji karê xwe hat avêtin:Dengê xwe nedin kesên li alî patronan

  • 09:01 4 Hezîran 2018
  • Ked/Aborî
AYDIN - Berdevka karkeran a ji kar hat avêtin, mobînga li ser jinan a li cihê kar vegot û got di 24’ê Hezîranê de dengê xwe nedin partiyên li cem patronan.
 
51 karker di 6’ê Adara 2018’an de bi hinceta endamên sendîkaya Tekgida-Îş ya Fabrîkaya Sibaş Gida a li Soke ya Aydinê dixebitîn ji kar hatin avêtin û yek ji van jî berdevka karkeran Meral Yildiz bû. Meralê şert û mercên xebatê û pêvajoya sendîkayîbûnê vegot. Meralê diyar kir ku li fabrîkayê jin herî zêde rastî heqeret û mobîngê tên û got her tim di bin tehdîsa ji kar derxistinê bûn û ji bilî rêxistinbûnê çareya wan tunebûye.
 
Meral a li Sîbaşê wek postabaşi dixebitî 9 sal bû wek karkera taşeron li fabrîkayê dixebîtî. Piranî jê jin gelek karker li Akçakonakê dijiyan. Meral ji 8 karkerên ewil ên ji kar hatiye avêtinê.  Meralê got rojê 10 saetan dixebitîn û hefteyê rojek destûr bi kar didanîn û her tim ew zêdetir didan xebitandin. Meralê wiha got: “Di serê meha sibatê de me di Tekgida-îş de dest bi rêxistinê kir. Di 8’ê Sibatê de em ji kar derxistin. Piştre jî yên din avêtin. Heta niha dadgeha me jî didome.”
 
‘Mobîng pêk dihat’
 
Meralê daxuyakirin ku nêzî 50 endamên wan hebûn û 30 hebên din jî hatine bûne endam û wiha pê de çû: “Jin li gorî mêran di qada hilberînê de zêdetir in. Berpirs jinan wekî paçik dibînin. Ji ber vê dipelçiqînin. Sedema vê jî nebûna hêza rêxistinî bû. Ji aliyê patronan ve mobîng pêk dihat. Hinek rojan destûra me hebû. Em rojê yekşemê dixebitîn. Wan rojan em bê qert diketin hundir. Em kaçax dihatin xebitandin. Kesên wê rojê nehatibana rastî mobingê dihatin. Me sendîka vekir. Doza îtîrazê vekirin.  Doza me ya yekem vebû. Ji ber dadger tunebû hat taloqkirin. Doza yekem wê di Tîrmehê de bê dîtin. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin. Em ê vegerin ser karê xwe. Di şertên herî xerab de karkerên taşeron dixebitîn.  Sedema derxistina me wek makînebûn hat nîşan dan. Lê sedem sendîkabûn bû. “
 
Meralê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku çalakiya wan a ewil jî ji aliyê cendermeyan ve hatiye astengkirin û hincet jî OHAL hat nîşandan û wiha dawî lê anî: “Divê di hilbijartinan de her kes bi îradeya xwe dengê xwe bi kar bîne. Divê dengên xwe nedin partiyên aydê patronan. AKP ne li alî karkerane. Wê jin xwedî li xwe û fikrên xwe derkeve.”