Bi keda xwe ya 20 salan cesaret da bi dehan jinî

  • 09:11 2 Hezîran 2018
  • Ked/Aborî
Medîne Mamedoglu
 
MÊRDÎN - Rabîa Bulbul a penîrên bi destê xwe çêdike li baraza Kerboranê difiroşe di 20 salan de cesaret da bi dehan jinî.
 
Jinên li navçeya Kerboranê hilberînên destê xwe difiroşin, bi salane hilberînên kom dikin li bazaran difiroşin. Rabî Bulbul a ev 20 sale dixebite penîr û şîr difiroşe.
 
Rabîa ya berê kolan bi kolan digeriya, niha li bazarê penîr difroşe. Rabîa destnîşan dike ku çend çêlekên wê hene û bi şîrê wan penîrên cur bi cur çê dike û got: “Penîrên min gelek tên ecibandin. Ji ber vê her kes tên dikirin. Ev min kêfxweş dike. Ger jin beramberê keda xwe bigire ev wê gelek kêfxweş dike. Min xwe hewceyê kesî nekir. Min bi pereyê xwe li zarokên xwe mezin kir.”
 
‘Rengê jinan dide nîşandan’
 
Rabîayê got beriya bizewice û piştî zewacê tu qezenca wê tunebû û piştî hevjînê wê jiyana xwe ji dest dide bi tena serê xwe hewl dide hinek tiştan bike û wiha dibêje: “Piştî hevjînê min mir min got ez tiştekî bikim. Min nexwest zarokên min hewcedarî kesî bibin. Wan rast nedît lê min xwest ez bi keda xwe tiştekî bikim. Ewilî min zehmetî kişandin lê piştre ez hîn bûm. Em wek jin hem aboriya xwe pêk tînin hem jî rengê jinê li vir nîşan didin.”