Civîna jinan a 'Em bi hev re ne, parvedikin, bi hêzin

  • 15:42 1 Hezîran 2018
  • Ked/Aborî
AMED - i pêşengiya DOGUNKAD'ê de bi tevlibûna jinan derbarê "Li Herêma Rojhilat û Başûrêrojhilat hevkariya bi hev re ya saziyên sivîl û pêkanîna tora xebatê" civîn hat kirin. Di civan ku hat kirin de li gel STK'yan jin jî amade bûn.
 
Di pêşengiya Komeleya Jinên Karsaz ên Herêma Başûrêrojihilat (DOGUNKAD) de bi tevlibûna jinan derbarê "Li Herêma Rojhilat û Başûrêrojhilat hevkariya bi hev re ya saziyên sivîl û pêkanîna tora xebatê" projeya civîna danasînê li Hîlton Otelê  hat kirin. Civîn bi piştevaniya Sefaretxaneya Swêdê  saet di navbera 10.00'an 14.30'an de hat lidarxisin. Moderatoriya civînê ji aliyê Meryem Ozdemîr Ok ve hat kirin û  Seroka Lijneya Rêveberiya DOGUNKAD'ê Ferda Cemîloglu, Endama Lijneya Rêveberiya ya DTSO'yê Nevîn Îl û Serokê Lijneya Rêveberiyê ya DTSO'yê  Mehmet Kaya tevli bûn. 
 
Civîn bi axaftina vekirinê hat destpêkirin û piştre Endama Lijneya Rêveberiya ya DTSO'yê Nevîn Îl mafê axaftinê girt. Nevîn anî ziman ku jin di qada kar de pirsgirêkên newekheviya zayendî dijîn û pirsgirêkên ku jin di warê mekanîzmaya biryarê de dijîn anîn ziman. 
 
Civîn bi dirûşma "Em li gel hev in, parvedikin, bi hêz dibin" û bi axafitnên beşdarvanan bi dawî bû.