Arzu Çerkezoglu:Ji bo ku bi milyonan jin bibe sendîkayî ez ê bixebitim

  • 09:17 1 Hezîran 2018
  • Ked/Aborî
STENBOL - Arzu Çerkezoglu ya di dîroka DÎSK’ê de yekane jina dest bi peywira serokatiya giştî kiriye, diyar kir ku ew ê ji bo sendîkabûn û rêxistinbûna bi mîlyonan jinên li tekstîlê, li atolyeyan, li nexweşxaneyan, AVM’yan û qadên din dixebitin xebatan bimeşîne. 
 
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu li ser nûneriya jinan a di sendîkayan de ji ajansa me re nirxandin kir. Arzuyê  got di sendîkayên girêdayî DÎSK’ê de hejmara jinan gelek kêm e û got yekane jina sekreteriya giştî ya DÎSKÎ’ê kiriye jî ew e. Arzuyê bi lêv kir ku îro jî wek jina yekane ya ku bûye serok hatiye hilbijartin û got di qada sendîkayî de kêmbûna jinan kêmasiyek mezin e lê têkoşîna sendîkal jî gelek girîng e.”
 
‘Jin bi pereyên kêm bê ewle tên xebitandin’
 
Arzuyê  her wiha  daxuyakirin ku jin li gorî mêran her tim di her qada kar de bi pereyekî kêmtir û bê ewle tên xebitandin. Arzuyê ev tişt bi lêv kir: “Di pêvajoyek wisa de rêxistibûna karkerên jin, di têkoşîna sendîkal de cih girtin û di nûnerî û mekanîzmaya biryarê de cih girtin gelek girîng e. Di vî alî de ji ber ez ya yekemin im ez gelek serbilind im. Rêxistinbûna jinê hewcedariyek mezin e. Wekî her qadê li pêş rêxistinbûna sendîkal jî di vê pêvajoyê de astengiyên mezin hene.”
 
Arzuyê balkişand ser hilbijartinên 24’ê Hezîranê û got hilbijartin ji bo hemû kesî gelek girîng e û wek qederê ye.