Ji karkerên flormarê bang: Tu makyaj mafê mirovan nikare veşêre

  • 09:13 30 Gulan 2018
  • Ked/Aborî
Evrîm Kepenek
 
STENBOL - Ji karkerên flormarê yê ku ev 16 roj in ber xwe didin û bi hinceta endamên Sendîkaya Pertrol-Îş ne ji kar hatİne avêtin bang heye: “Hilberînên flormarê negirin. Tu alavên makyajê nikarin binpêkirina mafan ên li hemberî karkeran bigirin.
 
115 karkerên ku piranî jê jin ên li fabrîkaya Gebeze ya Kocaeliyê dixebitîn bi hinceta endamên Sendîkaya Pertol-Îşin ji kar hatin avêtin û çalakiya li ber fîrmaya Flormar a Kozmetîkê hat destpêkirin di roja 16’emîn de berdewam dike.
 
5 meh berê 120 karkerên xwestin bibin sendîkayî ji kar hatin avêtin û wan jî biryara berxwedanê girtin. Karkeran bi piştgiriya Sendîkaya Petrol Îş li ber fabrîkayê biryara çalakiyê girtin û ev 16 rojin ji ber fabrîkayê naçin.
 
Karker Ayşegul Yali ku piştgiriya malbata xwe jî girt yek ji karkerên ewil hat derxistinê ye. Ayşegulê got kengî ji bo mafên xwe tiştek xwestine rastî tehdîdan hatine û got: “Em nedifikirîn ku ew ê me ji kar bavêjin. Ev 11 sale bû ez li vir dixebitîm. Em saet di 7.30’an de dest bi kar dikin. Tenê nîv saet ji bo xwarinê dema me hebû.  Ji bo vê me biryar da em bibin sendîkayî. Me sûc nekir. Me mafê xwe bi kar anî.”
 
Sevîl Yildiz jî 12 salan di Flormarê de dixebite û bi çepikan piştgiriyê dide karkeran û ji ber vê ew jî ji kar hatiye avêtin. Sevîlê diyar kir ku ew dizanin ku ew mafdar in û ji tiştên kiriye ne poşman e.
 
‘Boykot bikin’
 
Gulseren Tombul jî ev 8 sale di Flormarê de dixebite û ew jî ji ber piştgiriya daye karkeran ji kar hatiye avêtin û bang kir ku divê hemû jin hilberînên Flormarê boykot bikin.
 
Gulperî Guldali jî 8 sale dixebite û ew jî bi hinceta çepik lê daye ji kar hatiye avêtin û got armanc mobîng e û xespkirina mafê tezmînatê ye û her wiha wê jî banga boykota hilberînên fîrmayê kir.
 
Jinên bi navê Elîf Uslu, Hatîce Durmuş, Semra Canbolat, Elîf Kiliçç jî banga pişrgiriyê kirin û gotin ew ê bi ser bikevin.