Sendîkaya Jinan a Kurdistanê xwedê 500 endamên jin e

  • 14:56 28 Gulan 2018
  • Ked/Aborî
NAVENDA NÛÇEYAN - Sendîkaya jinan ku li Îran û başûrê Kurdistanê ya 1'emîn a jinan e bi 500 endaman dest bi xebtên xwe kir.
 
Sendîkaya Jinan ku li Iraq û başûrê Kurdistanê sendîkaya 1'emîn a jinan e dest bi xebatên xwe kir. Li gorî nûçeya Rojnewsê; li Hewlêrê di 8'ê Adara 2018'an de sendîkaya Kedkaranê Jin ku hatiye damezrandin rastî eleqeyekem mezin hatiye. Sendîkaya Kedkaran ku ya 1'yekem a Kedkarên jinê li Başûr û li Iraqê bi 500 endamên xwe dest bi xebatê kir.
 
'Em hewldidin mafên jinan biparêzin'
 
Di Lijneya Rêveberiyê ya Sendîkayê de jinên ji Partiya Yekitya Niştimanî ya Kurd (YNK)  Partiya Komunîst û ji jinên Asurî pêk tê.  Seroka lijneyê Şadye Ebdilwahîd ku derbarê sendîkayê de agahî dan wiha got: "Heya niha li Başûrê Kurdistanê sendîkayek taybet ya ji bo jinan tunebû. Wê bi rêya vê lijneyê karkerên jin werin şopandin û hewl bê dayîn ku  pirsgirêkên heyî bên çareserkirin. Kesên ku navên xwe ji bo sendîkayê nivîsîn wê ji bo karên cûda cûda werin dabeşkirin. Wê ji aliyê sendîkayê ve mafên jinên navên xwe nivîsîn were parastin."
 
'Eleqeya jînan zêde ye'
 
Şadiye anî ziman ku bi tayebetî jinên ji derveyî başûrê Kurdistanê tên pirsgirêkên cidî dijîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema ku jin ji bo xebatê dihat li ser navê şîrketan dihatin. Lê ji ber ku şîrketan demeke kurt jin dixebitandin an jî ji ber ku ev şîrket dihatin girtin jinên li wan dixebitîn bi pirsgirêkan re rûbirû diman. Lê niha jinên ku ji bo xebatê tên li şîrkata me dibin endam û hêsantir ji bo xwe dikarin kar bibînin. Lê hîna jî jinên biyanî ku li başûrê Kurdistanê dixebitin hejmara wan ne diyar e û em hewl didin ku hejmara wan hîn bibin."