Ji esnafên jin bang: Em pereyê we yê balafirê bidin werin me bibînin

  • 09:08 28 Gulan 2018
  • Ked/Aborî
Safiye Alagaş
 
RIHA-Li hemberî zêdebûna dolar hikûmet dibêj ‘krîz tune ye’. Jinên esnaf bertek nîşanî van gotinan dan. Yek ji jinên esnaf Emîne Bal bang li hikûmetê kir û got : "em pereyê balafira we bidin werin rewşa me bibînin."
 
Krîza aborî ya li Tirkiyeyê her diçe kûr dibe û hesabê vê dîsa li esnaf, kedkar û zarokan tê birîn. Esnafên ku nikarin krediyên xwe bidin, çalakiyan li ber bankayan pêk tînin û roj bi roj çalakî liçalakiyên din zêde dibe.
 
‘Ez nikarim nan bibim malê’
 
Jinên li Pirsûsa Rihayê esnafiyê dikin bandora krîzê ya li ser xwe vegotin. Fatma Taş got bilindbûna dolar bandorek mezin li ser wan kiriye û got gelek caran nikarin tu tiştekî bifroşin. Fatmayê got wê dukan vekiriye û wiha got: “Em gelek caran nikarin nan bibin mala xwe. Rewşa aboriya Tirkiyeyê li holê ye.  AKP’î, CHP’î jî û MHP’î jî vê rewşê dizanin. Hemû kes dibînin. Em kumaş bi dolar dikirin. Em 5 lîrayî metra wî dikirin bi 6’an difroşin.”
 
‘Li Tirkiyeyê aborî nemaye’
 
Fatmayê daxuyakirin ku du meh berê hevjînê wê dukana xwe girtiye û berteka xwe wiha anî ziman: “Rayedarên hikûmetê dibêjin krîz tune ye. Lê li Tirkiyeyê aborî têk çûye. AKP çiqas veşêre jî her tişt li holê ye.  kîloyek goşt 50 TL ye.”
 
‘Em pereyê balafirê didin bila bê rewşa me bibîne’
 
Emîne Bal ya ew jî esnafiyê dike ev tişt bi lêv kir: “Dolar derketiya asta herî jor. Rewşa welat pir ne başe. Em nizanin wê wisa bi ku de biçe. Em esnaf di rewşek zehmet de ne. Em malê dikirin bi zirar difroşin. Em hewl didin debara xwe bidin. Li Tirkiyeyê pere miriye. Em ban li hkûmetê dikin. Em pereyê balafira we didin werin rewşa me bibînin.”
 
Necla Kaplan jî destnîşan kir ku du meh berê berhemên bi 5-10 lîrayî dikirîn niha bi 20 lîrayî nikarin bigirin û got êdî kes nikare tiştekî bigire. Neclayê diyar kir ku ew bi hêvî ne û înşalah wê vê desthilatdariyê têk bibin.