Berxwedana kedkarên Flormarê di roja 13'emîn de ye

  • 14:23 27 Gulan 2018
  • Ked/Aborî
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelek jê jin Fîrmaya kozmetîkê Flormar 115 kedkar ji ber ku bûn endamên sendîkayê ji kar derxistin. Çalakiya kedkaran di roja 13'emîn de berdewam dike û jinên ku di berxwedanê de ne diyar kirin  ku ew ê jin bi ser kevin.
 
Li navçeya Gebze ya Kocaeliyê  bi piranî jin 115 kedkarên ku li fîrmaya Flormarê ya Kozmetîkê dixebitîn ji ber ku bûn endamên sendîkayê ji kar hatin avêtin. Çalakiya kedkaran ya ku 13 rojin berdewam dike pêşengtiya wê jin dikin.  Ji kedkarên ku ji kar hatin avêtin Selda Kuşçu ya ku ji Evrenselê re axivî diyar kir ku ji bo bi xwe îstîfa bikin gelek zext li wan hatine kirin.
 
Selda diyar kir ku di navbera wan û fabrîkayê de biranda û têlên rêsayî hatine dayîn û wiha berdewam kir: " Divê mirov li mirovan wiha nekin .Vêderê axur û mejî sewal dibînin. Kedkarên li hundir jî nikarin dengê xwe bikin ji bo ku ji kar neyên derxisitn. Lê qet ne xem e li vê derê gelek piştgirên me hene. Em ê van biranda û têlên rêsayî bi piştgiriya hevalên xwe yên kedkar rakin."
 
Selda bertek nîşanî AKP'ya ku heta roja îro dengê xwe dayiyê jî da, got ku çima grev qedexe kiriye û di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: "Êdî nema dengê xwe didim Erdogan. Erdogan evqas maf daye karsaz ku bêyî tazmîntê bide jî dikare me ji kar derxîne."
 
'Em ê jin bi ser kevin'
 
Kedkarê bi navê Yasemîn Slîhoglu jî ber ku ji hevalên xwe yên di çalakiyê de li çepikan daye ji kar hatiye avêtin. Yasemînê jî wiha got: " Flormar di reklama xwe de dibêje dibêje 'Jin dikarin bi ser kevin'. Kedkarên flormarê jî dibêjin ku em jin in û em ê bi ser kevin."