‘Dem dema çêkirina ava sûsê ye’

  • 09:07 25 Gulan 2018
  • Ked/Aborî
AMED - Ava sûsê ya ku li Amedê bi nav û denge tê firotin, jinên Amedî ji bo çekirina ava sûsê dest bi kar kirin û nebata sûsê ku jê ava sûsê tê çêkirin kom dikin.
 
Nebata sûsê ku ji dîrokê û  heta roja me ya îro di qadên tendûristî û pişesaziyê de tê bikaranîn, di dîrokê de li Çînê jî ji bo  her nexweşiyê weka jehrkujê hatiye bikaranîn. Her wiha koka vî nebatî di hilberîna  cixare, mey, bîra  û şîrînahiyê de jî hatiye bikaranîn. Beriya zayînê di sedsala 15’an de di dema Hîtîtan de jî  hatiye bikaranîn û welatên Rojhilat û Rojava hatiye firotan. Dema mirov li tabloyên Sûmeran û Hîtîtleran dinêre nebata sûsê ji bo tiştên cû da hatiye bikaranîn. Nebata sûsê li Tirkiyeyê jî ji  xeynî Trakya, Karadenîz û Herema Marmarayê li deverên wê yên din şîn dibe. Nebata ku li Kurdistnê li gelek deveran şîn dibe   bajarên wek Mûş, Çewlîg, Qers, Sêrt, Amed, Rihayê jî ava vî giyayî tê derxistin. Nebata sûsê ku li cihên bi av şîn dibe  li Amedê gelek bi nav û deng e û bi taybetî jî ji ber ku mîdeyê rehet dike di meha remezanê de li ser gelek dezgehan mirov dikare bibîne û gelek welatî bi firotina wê debara xwe dikin. 
 
 
Jina ku nexwest navê xwe bibêje anî ziman ku nebata sûsê li nêzî Zanîngeha Dîcleyê ji zeviyan diçin  û wiha got: “Em nebata sûsê ji zeviyan diçinin û kom dikin, zeviyên me tune ne, lê em diçin dikirin. Em nebata sûsê bi taybetî zivistanan kom dikin. Ji ber ku heta zivistanê ev nebat gelek baş digihê.  Em vê nebatê dixin torbeyan û biharê li ber derî rûdinên û jê ava sûsê çêdikin." 
 
‘Ava sûsê bi taybetî di mehên havînê de tê vexwarin’
 
Jina ku nexwest navê xwe bibêje bi lêv kir ku ew di serî de baş dikutin heta ku nerm dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî ku kutana wê diqede em dest bi çêkirina ava sûsê dikin. Em di serî de ji bo ku ava sûsê çêbikin nebatan bi avê dişon, ji bo ku axa wan jê biçe. Piştre em dixin nav avê û rojekê di nav avê de dihêlin. Her wiha em darçîn û qerenfîlê jî dixin nav wê ava sûsê ji bo ku  tama xwe bid. Piştre em nebata di nav avê de derdixin û wê avê diparzinin parzin ji bo ku darkên wê nekevin nava avê. Ava sûsê bi taybetî di mehên havînê û remezanê de tê vexwarin. Ji  ber ku ava sûsê tîbûna mirov dişkîne û ji bo mîdeyê baş e.”
 
‘Demeke dirêj e em vî karî dikin’
 
Jina ku nexwast  navê xwe bibêje di dawiya axaftina xwe de got ku nebata sûsê ji  gelek nexweşiyan re baş tê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em demeke dirêj e vî karî dikin. Bi taybetî em havînê debara xwe bi  firotina ava sûsê dikin. Bi rastî jî ava sûsê li Amedê rastî eleqeyeke mezin tê û gelek jî tê hezkirin. Lê çêkirina ava sûsê hinekî zahmet e lê mirov dema ku çêdike gelek kêfxweş jî dibe. Ez pêşniyar dikim ku hemû kes di malên xwe de çêbikin û niha jî dem dema çêkirina wê ye.”