Esnaf ji firotinê û welatî jî ji kirînê gazincan dikin

  • 09:01 18 Gulan 2018
  • Ked/Aborî
Rojda Aydin
 
AMED – Bi hatina meha Remezanê re welatiyên ku ji bazarê dan û stendinê dikin ji ber buhayê zebze û fêkî bi gazinc in û esnaf jî ber ku nikarin firotanê bikin bi gazinc in. Jinên ku hatin bazarê diyar kirin ku berpirsiyarê vê krîza aborî hikûmet e.
 
Bi hatina meha Remezanê re welatiyên ku nikarin ji ber buhabûnê dan û stendinê bikin bi gazinc in û esnaf jî ber ku firotanê nikarin bikin û karê wan nameşe gazincan dikin. 
 
Jina bi navê Saîme Turhan a ku ji bo dan û stendina Remezanê derketiye bazarê anî ziman ku ew bi pereyekî gelekî kêm derketiye bazarê  û her tişt jî gelekî bûhaye. Saîme anî ziman ku ji ber hinaredkirina berheman ew sebzeyek an jî fêkiyekî li gor dilê xwe nabînin û  li gel vê yê ku heye jî gelekî buha ye. Saîme wiha berdewam kir: “Hikûmet dibêjê ku li welêt aborî pêşve diçe û mezin dibe ger ku  aborî mezin bûye çima poşetên me vala ne? Hikûmeta ku bi kevçî dide kedkaran bi çoçikê digire.”
 
‘Derdê me debar û yê hikûmetê jî hilbijartin e’
 
Jina bi navê Melek Çîçek jî bi lêv kir ku Remezana îsal li gel bûhabûn û selefê hatiye û ev tişt got: “Berê dema ku em dihatin bazaran di remezanê de li ser her dezgehekî dor hebû lê niha tuştekî wiha nîne û ewe jî ji ber krîza aborî ye. Em ji hilbijartinên ku wê di hezîranê de bên kirin re jî amade nînin. Ji ber ku li Tirkiyeyê krîza aborî heye û hemû tişt buha ye. Ev hilbijartineke zarodest e. Derdê me ku em debara xwe bikin û derdê hikûmetê jî hilbijartin e.”
 
‘Sedema krîza aborî hikûmet e’
 
Di dawiyê de jina bi navê Canan Şatir jî got ku ew naxwazin berhemên hawirde  bistînin û bikar bînin, ê hikûmeta heyî me neçarî van berheman dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Sedema krîza aborî hikûmet e. Hemû tişt gelek buhaye. Ji ber vê froşkar jî wekî me bi gazinc in ji ber ku nikarin firotanê bikin li Tirkiyeyê krîzeke aborî heye û sedema  vê jî hikûmet e.  Meha remezanê hat lê ji ber ku hata bi nan jî buha bûye em nema karin ji bo xwe nanekî jî bikirin.”