‘OHAL û krîza aborî jiyana me zehmetir dike’

  • 09:06 16 Gulan 2018
  • Ked/Aborî
AMED - Jinên ku mafên wan bi OHAL’ê hatiye xespkirin û ji ber krîza aborî nikarin debara xwe bikin gotin: “Bi zor û zehmetiyên desthilatdariyê re jiyan roj bi roj zehmet dibe.”
 
Ev du sal e OHAL didome û bi vê re bi hezaran kedkar hatin îxrackirin û fatureya krîza aborî ya her diçe zêde dibe jî dîsa li kedkaran tê birîn.  Jinan diyar kir ku ji ber krîzê bi mîlyonan kes nikarin debara xwe bikin û got divê demildest OHAL bi dawî be.
 
‘Jiyan roj zahmet büye’
 
Necla Acet diyar kir ku OHAL di her alî de pêvajoyek zehmet e û got ji bo pêvajo wisa berdewam neke di têkoşînê de ne.  Neclayê destnîşan kir ku hevalên hatine îxrackirin ji xwe re kargerî vekirin û debara xwe wisa dikin, bi hevalên xwe re di piştevaniyê de ne  lê zor û zextên desthilatdariyê jiyanê roj bi roj dijwartir dike.
 
‘Em nikarin hewcedariyên xwe bînin cih’
 
Hamdiye Çetîn jî balkişand ser zema ku tê kirin û wiha pê de çû: “Bi îxracan re gelek kes jî  ji kar hatin durxistin. Bi KHK’yan gelek kes ji karê xwe bûn û nikarin hewcedariyên xwe pêk bînin.  Krîzê bi xwe re têkiliyê malbatê jî bi bandor kiriye. Ji ber aboriyê di malê de pisgirêk tên jiyîn û jin bi bandor dibin.”
 
‘OHAL’ê di her alî de bi bandor kiriye’
 
Jina bi navê Aynur ku nexwest paşnavê xwe bide bi lêv kir ku ew memûra dewletê bûye û beyî lêpirsîn ew îxrac kirine û wih dawî li axaftina xwe anî: “Me di 14’ê Tîrmehê de ji rojnameya fermî îxraca xwe hîn kir. Tu hincet negotin. Me qet nedipa. Di alî aborî, civakî û têkiliyên mirovan de me pirsgirêk jiya.  Me ji hevalên xwe yên cihê kar bertek dît. Em dixwazin ev pêvajoya ku dijhiqûqî tê ferzkirin bidawî be.”