‘Em ê bersiva xwe ya ji bo rejîma yek mêrî di 24’ê Hezîranê de bidin’

  • 09:08 14 Gulan 2018
  • Ked/Aborî
AMED-Jinan diyar kirin ku wê di 24’ê Hezîranê de bibin bersiva li dijî rejîma yek mêrî û wiha pê de çûn: “Ji bo em tifaqa AKP û MHP’ê têk bibin divê em di 24’ê Hezîranê de bibin yek. Di vê pêvajoya ku krîza aborî derketiye asta jor de, hilbijartina pêşwext  jî bo ser rastiyan bigirin pêk tînin.”
 
Li gorî salnameya YSK’ê hilbijartina serokomariyê û hilbijartinên giştî yên parlamenteriyê yên dema 27’emîn  ku divê di 3’ê Mijdara 2019’an de pêk bihata, bi tifaqa AKP û MHP’ê dîroka wan pêşve anîn. Hilbijêran bertek nîşanî hilbijartina wê di bin OHAL’ê de pêk bê dan û gotin wê di 24’ê Hezîranê de bersivê bidin rejîma yek kesî.
 
‘Hikûmet tengav bûye’
 
Ayfer Yorgun balkişand ser hilbijartinê û got hikûmet bi qasî ku nafikirine roja hilbijartin û ezmûnê ketiye rojekê, tengav bûye û ev tişt bi lêv kir: “AKP pêşeroja tu xwendekarî nafikire. Krîza aborî ji nedîtîve tên û bi pêşeroja gel dilîzin. Em dizanin biryara rast ya di hilbijartinê de çiye. Li gorî vê emê helwesta xwe bigirin.”
 
‘Em hedef dikin ku bibin bersiva rejîma yek mêrî’ 
 
Mamoste Belgîn Gulben ya hatiye îxrackirin jî got dibin OHAL’ê de pêkhatina hilbijartinê ne adîlane ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di hilbijartinên borî de deng hatine dizîn. Teşeyê rêveberiya welat pergala parlamentere û demokrasiye lê tiştek wisa tune. Em niha bi rejîma yek kesî re rû bi rû ne. Ji ber vê em dizanin ku ev hilbijartin ne demokratîke. Dîsa jî em mamoste, karker û kedar wê li dijî rejîma yek mêrî bibin bersiv.”
 
‘Hewl didin ser rastiyan bigirin’
 
Zeynep Akbudak jî balkişand ser şîdet û kuştinên jinan û anî ziman ku li ser jinan qirkirin pêk tê û sûcên îstîsmara zayendî roj bi roj zêde dibin. Zeynebê her wiha got AKP ji ser jinan hem şîdeta psîkolojîk û hem jî ya fîzîkî dimeşîne û di vê pêvajoya ku krîza aborî tê meşandin de bi vê hilbijartinê hewl didin serê rastiyan veşêrin.
 
Yuksel Tekînavci jî daxuyakirin ku hilbijartina zû bi lez ketiye rojevê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelek hesabên qirêj li holê digerin. AKP her kesê ne ji xwe ji derve dihêle.  Kurd, Elewî, jin û hemû aliyê din beralî dike. Hema hema hemû çavkaniyên welat ji bo hilbijartinê hatiye seferberkirin.”