‘Xeyalên min qediyan lê krîzên aborî neqediyan’

  • 09:05 10 Gulan 2018
  • Ked/Aborî
Safiye Alagaş
 
AMED - Turkan Dunya ku bi çêkirina patîleyan debara xwe dike diyar kir ku ji ber krîzên ji zarokatiya wê de didomin xeyalên wê jî tune bûne û got niha dîsa ji ber krîzê nikare ji xwe re dikanek biçûk veke.
 
Turkan Dunya ya 50 salî li ser tezgahekê bi çêkirina patîleyan debara xwe dike. Turkan ku di zarokatiya xwe de ji ber aboriyê nexwendiye, diyar dike ku ji ber krîzên aborî her tim xeyalên wê hatine taloqkirin.
 
Turkanê bi lêv kir ku bi salane ji bo debara xwe bike di gelek karî de xebitiye û got: “Krîzê bandor li ser her kesî kiriye. Bila kes nebêje şukur em debara xwe dikin. Xwe dixapînin. Kesên pir dixebitin jî nikarin debara xwe bikin. Ez ji biçûkatiyê de dixebetim. Heta ji destên min hat min zarokên xwe dan xwendin lê niha ew jî kar nabînin.”
 
‘Ez çawa debara xwe bikim’
 
Turkanê di berdewamiyê de destnîşan kir ku krîz ji ber kesên Tirkiyeyê bi rê ve dibin pêk hatiye û  wiha pê de çû: “Ev salek û nîve ez di bin şertên giran de di bin baranê de 5 patîleyan difroşim. Ez çawa debara xwe bikim. Li Tirkiyeyê her tim krîza aborî hebû. Ji ber vê min her tim xeyalên xwe taloq kir. Ez niha dixwazim dikanek biçûk vekim lê ji ber krîzê ez nikarim vekim.”