Li Îzmîrê 1'ê Gulanê bi coşeke mezin hat pîrozkirin

  • 16:35 1 Gulan 2018
  • Ked/Aborî
ÎZMÎR - Bi deh hezaran karker û kedkarên li Qada Gundogdu kom bûn û 1'ê Gulanê pîroz kirin, li dijî şer OHAL û KHK’ê dengê xwe bilind kirin. Girsê li qadê bi yek dengî got "Heta 24'ê Hezîranê her rojên me 1'ê Gulanê ne. Em ê van barîkatan bişkînin."
 
Di pêneşgiya KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê de bi deh hezaran karker li Îzmirê ji 4 milan ve meşiyan qada Gundogdu û 1'ê Gulanê piroz kirin. Korteşa DÎSK û KESK'ê ji milê navçeya Konakê, korteşa TMMOB, Odeya Tabîban a Îzmîrê, EMEP û HDP'ê ji milê Qada Cumhuriyetê, korteja CHP'ê ji milê Konak Pierê û karkerên Turk-Îş jî ji milê kendava Alsancakê meşiyan qada Gundogdu. Karkerên şaredariyê li navçeyên Karşiyaka û Çîglî kom bûn û govend gerandin û amadekariyê meşê dikin. Karkerên saya yên sala par bi çalakiyên xwe derketn pêş di kortejên Komeleyên Karkerên Cerm, Tekstîl, Qundira de cihê xwe girtin. Komên Dersimspor û Goztepe Sporê jî meşiyan qadê. 
 
Bi deh hezaran kesên li qada Gundogdu kom bûn, Mamoste Ayşe Çelîk a got “bila zarok neyên kuştin" hat girtin silavkirin. Disa girtina rojnamegeran şermezar kirin û xwest rojnamegerên girtî bên berdan. Mîtîng bi axaftinan û stranan berdewam kir.