Kedkaran ji Amedê bang kir: Em bi hev re bi hêz in, em dikarin bi ser kevin

  • 16:21 1 Gulan 2018
  • Ked/Aborî
AMED - Endama MYK'a KESK'ê  Gulîstan Atasoy di mîtînga 1'ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîahnê ku bi dirûşma "Em ê rojên xweş bibînin" hat lidarixistin de  de axivî. Gulîstn diyar kir ku ew ê her roj 24'ê Hezîranê bi rêxistin bikin û ev titş got: "Em ê ji çewisandina kedê re bibêjin na û ji her kesî re vebêjin ku em çima li dijî îmha û înkarê li gel aştiyê cih digirin. Em ê derî bi derî bigerin û vebêjin ku em çima li dijî we ne."
 
Mîtînga 1'ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê di pêşengiya sendîka û rêxistinên civakên sivîl de li Qada Îstasyonê ya Amedê hat lidarixistin. Mîtînga ku bi dirûşma "Emê rojên xweş bibînin" hat lidarixistin  de li qadê flamayên sendîkayan hatin daliqandin û ciwan û zarokan rengê xwe dan mîtîngê û dirûşmên, "Ji qirkirina kedkaran a di bin navê lêpirsîna ewlehiyê de na",  "Ji bo jiyaneke bi rûmet ji OHAL'ê re na",  "Bijî 1'ê Gulanê" , " Wê aştî û biharê jin bînin" û "Keda me bedena me û nasnameya me ya me ye" hatin berzkirin. Herwiha parnkarta  bi nivîsa "Bi jinên Azad ber bi civaka azad ve" hat daliqandin. 
 
Alîgirên Amed Sporê  bi dirûşma " Amed li ber xwe bide"  ketin qadê û polîs flamayên Amed Sporê desteser kirin.
 
'Zordestiya we nikare rê li me bigire'
 
Endama MYK'ê ya KESK'ê  Gulîstan Atasoy ku piştî Komîteya Amedekar a 1''ê Guanê axivî  diyar kir ku ev 2 sal in ew 1'ê Gulnê di bin siya OHAL'ê de pîrz dikin û di du salên dawîn de desthilatdariyê zilma xwe zêde kiriye. Gulîstan got ku dixwazin hemû qadan bi KHK'yan dizayn bikin  û niha jî bi hilbijartina pêşwext derketine pêşeberî gel.  Gulîstan wiha berdewam kir: "Kedkar wekatiyên erdnîgariyê ne  û wê li dijî zilmê serî netewînin. Em ê heta 24'ê hezîranê teslîmî zilma we nebin. Em ê bi rûhê 1'ê Gulanê her roj 24'ê Hezîranê bi rêxistin bikin."
 
'Em vê zîhniyeta qirker baş dizanin'
 
Piştre Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî axîvî.  Sezaî diyar kir ku wî silvaên Pervîn Buldan anîne û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Zilm û tundî li her derê ye û ji van cihan yek jê jî Amed e.  Em vê zilmê ji Amed, Cizîr û Nisêbîn û Zîlanê nas dikin  û em îro ji bo ku hesabê van komkujiyan bipirsin li vêderê ne."
 
Piştî axafitinan peyamên ji girtîgehan hatin şandin hatin xwendin. Mîtîng bi stran û govendê bi dawî bû.