Li Beşîktaşê hejmara binçavkirinê bû 40

  • 14:36 1 Gulan 2018
  • Ked/Aborî
STENBOL - Koma ku xwest ji Beşîktaşê bimeşe Taksîmê cara sisiyan bi êrîşa polîsan rû bi rû ma. 10 kesên din jî hatin binçavkirin. Her wiha hejmara binçavkirinê bû 40.
 
Polîsan cara sêyem êrîşî endamên Partiya Rizgariya Gelan (HKP) ên ku xwestin ji bo 1'ê Gulanê ji Beşîktaşê bimeşin Taksîmê bibin kirin. Piştî mudaxaleya duduyan koma ku belav bûbûn dîsa li Qada Beşîktaşê hatin gel hev û dirûşmên "Di 1'ê Gulanê de em li qad 1'ê Gulanê ne" û "Zext me nikare têk bibe" hat berzkirin. Piştre polîsan êrîş kir. Di encama êrîşên polîsan de 10 kesên din jî hatin binçavkirin. 
 
Welatiyên ku ketin nava kolanan hîn disekinin. Di encama muduxaleyên ji serê sibehê de heta niha çê bû 40 kes hatin binçavkirin.