Taksîm tenê ji bo Hak Îş'ê serbest e!

  • 11:01 1 Gulan 2018
  • Ked/Aborî
STENBOL -  Qada Taksîma ku ji ber 1'ê Gulanê Cejna Kedkaran hemû aliyên wê hatin girtin, wekî her salan, tenê ji Hak-Îş'ê re nehat qedexekirin. 
 
Qada Taksîma ku ji ber 1'ê Gulanê Cejna Kedkaran hemû aliyên wê hatin girtin, wekî her salan, tenê ji Hak-Îş'ê û Sendîkaya Hizmetên Tenduristiyê (Hak-İş) re nehat qedexekirin. Endamên sendîkayê yên ku ji Kolana Gumuşsuyê dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmên "Bijî 1'ê Gulanê Cejna Kedkaran", "Hak-Îş li vira 1'ê Gulanê pîroz dike", "Bijî têkoşîna me ya ji bo azadiyê", "Hak-Îş li ku be azadî li wir e", "Em ê bi hev re bi ser bikevin" hatin berzkirin. Endamên sendîkayê bêyî astengiya polîsan çeleng danîn ber Bîrdariya Cumhuriyetê.