Rêxistinbûn rêya rizgariyê ye

  • 09:03 1 Gulan 2018
  • Ked/Aborî
ÎZMÎR - Ji Komeleya Karkerên Ciwan Merve Demîr diyar kir ku di têkiliya bindest-yên dipelçiqînin de dewlet berpirs e û  got divê karker raste rast tevlî pêvajoyên girtina biryarê bibin û rêya çareseriyê jî  rêxistinbûn e.
 
Endama Komeleya Karkerên Ciwan û nivîskara Rojnameya Meydanê Merve Demîr tevgerên karkerên  anarşîst vegot û li gorî nêrînên anarşît  nêrîna îro li hember sendîkavaniyê vegot.
Merveyê bi lêv kir ku di dîroka çîna karkeran de 1’ê Gulanê girîng e û got di 1886’an de çalakiyên Chîcago-Haymarket û karkerên anarşîst ên ew rêxistin kiribûn tenê yek ji van mînakan e.
 
‘Sendîka ji bo anarşîzmê rêxistinbûnek xweser e’
 
Merve daxuyakirin ku  sendîka ji bo anarşîzmê rêxistibûnek xweser e û wiha pê de çû: “Di sendîkabûyinê de du aliyên cuda hene. Aliyek rêxistibûna xweser a karkeran diparêze û aliyê din jî  rêxistinên karkeran bi partî an jî bi bernameyên wan ve girê didin. Karkerên bi îdeolojiya anarşizmê xwe rêxistin dikin hewcedarî bi têkiliyên burokratîk tuneye.”
 
Merveyê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê mirov li feraseta sendîkayên ji gotina dewletê dernakevin binêrin û got ev sendîka ji dîroka têkoşîna karkeran bêpar in û her sendîkaya ji tekela dewletê xilas nebe mahkume ku veguhere sendîkabûna îroyîn.
 
Merveyê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bindest ji ber pirsgirêkan neçar dimînin li çareseriyê bigerin. Divê mirov ji dewletê tiştekî nepên û divê mirov li dijî  bêdadiyê berxwe bidin.”