Ji bo Qada Gundogdu bang: Di 24’ê Hezîranê de wê bersivê kedkar bidin

  • 09:16 30 Nîsan 2018
  • Ked/Aborî
ÎZMÎR - Xebatkarên sendîkayê yên li Îzmîrê ji bo 1’ê Gulanê bang li jinan kirin ku bên qada Gundogduyê wiha gotin: “Em ê bi coşa 1’ê Gulanê di 24’ê Hezîranê de bersivê bidin kesên krîzê pêk tînin.”
 
Li Îzmîr a ku amadekariyên 1’ê Gulanê temam bûne, sibê li Qada Gundogdu mîtîng pêk tê û ji bo mîtîngê bang hat kirin. Karkerên wê saet di 11.00’an de li ber Konak Pîer bên cem hev wê bimeşin Qada Gundogdu.
 
Sekretera Jinan a Hejmara 1'emîn a Egîtîm Senê Eylem Tunali diyar kir ku ji bo kuştinên jinan û îstîsmara zarokan bê sekinandin û ji bo pêşerojek bi ewle divê kedkar bibin yek. 
 
Endama Şaxa Hejmara 2'emîn a Egîtîm Senê Ebru Dînçel a bi KHK’ê hatiye îxrackirin jî  diyar kir ku hikumetê bi OHAL û pêvajoya darbeyê li her qadê taşerontî ferz kiriye û got wê îradeya karkeran di 24’ê hezîranê de xwe nîşan bide.  Ebruyê di dawiyê da zanîn ku wê bi coşa 1’ê Gulanê di 24’ê Hezîranê de bersivê bidin kesên krîzê pêk tînin.
 
Xebatkaran Sendîkaya Kar a Civakî ya DÎSK’ê Nîmet Menekşe jî bi lêv kir ku divê herî zêde jin xwedî li têkoşîna kedê derkevin û bang kir ku divê herî zêde jin ji bo têkoşîna maf tevlî 1’ê Gulanê bibin.