‘Em ê di 1’ê Gulanê de ji bo parastina destkeftiyên xwe li qada bin’

  • 09:33 29 Nîsan 2018
  • Ked/Aborî
ÎZMÎR- Hevseroka HDP’a Îzmîrê Semra Uzunok bang  li jinan kir ku di 1’ê Gulanê de xwedî li keda xwe derketin, destkeftiyên xwe biparêzin û daxwazên xwe biqîrin.
 
Hevseroka HDP’ê ya Îzmîrê Semra Uzunok diyar kir ku wê li Îzmîrê jin jib o xwedî li destkeftiyên xwe derkevin di 1’ê Gulanê de li qada bin û got wê coşa 1’ê Gulanê bibin 24’ê Hezîranê.
 
Semrayê destnîşan kir ku wê keda jinê û têkoşîna nasnameya jinê li qadên 1’ê Gulanê xwe nîşan bide û wiha pê de çû: “Wek 8’ê Adarê, bi mîlyonan jinên qadên qedexekirî vekirine, her tim li dijî kuştinên jinan, îstîsmara zayendî û binpêkirina kedê deng derxistine. Tevî hemû hewldanan jinan di Newreozê de dengê xwe daye bihistin û daxwazên xwe anîne ziman. Tevî hemû zextan emê li Qada Gundogdu bi şîara ‘Emê qezenc bikin’ li qada bin.”
 
‘Dijminahiya jinê her tim hebû’
 
 Semrayê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji damezrandina Tirkiyeyê heta niha li dijî dijminahiya jinan têkoşîn hat dayîn û îro jî tê dayîn. Jin li fabrîkayan li kargeriyan wek hêza kar a erzan hatiye dîtin. Heta li malên xwe wek kole hatine dîtin. Hewl hat dayîn qezencên jinan yên bi têkoşîna salan hatiye dayîn hatine bidest xistin bên girtin. lê jinan bi têkoşîna xwe ev şûnde kişandine.”
 
 Semrayê got yên ku her tim keda wan tune hatiye hesibandin jin bûne û got ne tenê di dema AKP’ê de di her demê de keda jinê tune hatiye hesibandin. Semrayê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinên kedkar kir ku xwedî li qezencên xwe derkevin û di 1’ê Gulanê de li qadan cihê xwe bigirin.