Ji Piştevaniya Morê banga 1'ê Gulanê: Divê em li dijî mêtingeriyê bi hev re bin

  • 09:14 28 Nîsan 2018
  • Ked/Aborî
STENBOL - Aktivîsta Piştevaniya Morê Nilay Kuş anî ziman ku jin hem li ser nasnameya xwe hem jî li ser keda xwe tên çewisandin û bang kir ku hemû jin li dijî mêtingeriyê di 1'ê Gulanê de bi hev re têkevin nav tevgera piştevaniyê. 
 
Îsal li Stenbolê dê 1'ê Gulanê Cejna Kedkaran li Qada Maltepeyê bê pîrozkirin. Xebatên rêxistinên jinan ên ji bo 1'ê Gulanê didome. Ji aktivîst û parêzerên Piştevaniya Morê Nilay Kuş ji bo 1'ê Gulanê bang kir û got divê em li dijî mêtingeriya ked û nasnameyê bi hev re bin. 
 
'Piştevaniya Morê bi dirûşma 'Yan azadî yan azadî' derket holê'
 
Nilayê diyar kir ku wan du sal berê li Mêrsînê bi dirûşma 'Yan azadî yan azadî' damezirandina xwe îlan kirine. 
 
'Jin li ser nasnameya xwe ya jinê û li ser nasnameya xwe ya karkeriyê tên çewisandin'
 
Nilayê anî ziman ku ji bo rolên zayendiya civakî bê şikandin, hişmendiya jinê zêde bibe, li dijî şîddetê xweparastina rewa ew bi jinan re tên ba hev û got ji van civînan encama ku em dixin dest xwestina azadiyê ya hevpar e. 
 
'Li dijî mêtingeriya li ser jinê divê em li ba hev û di nava piştevaniyê de bin'
 
Nilayê da zanîn ku jin di warê kedê de gelek pirsgirêkan dijîn û got li dijî mêtingeriya li ser keda jinê, taciz û tecawiza ku jin pê rû bi rû dimînin divê em di 1'ê Gulanê de li qadan bin. 
 
'Em bang dikin ku hemû jin ji bo mafên xwe biherikin qadan'
 
Nîlayê da zanîn ku divê li dijî hemû ferzkirinên ku mafê jinê binpê dikin têkoşînek hevpar bê avakirin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Jin bi hev re bi hêz dibin. Loma em bang dikin ku hemû jin bi hev re biherikin qadan û mafên xwe biparêzin."