Jinên Kobanê bi keda xwe çanda xwe li ser piyan dihêlin

  • 09:10 27 Nîsan 2018
  • Ked/Aborî
Hêvî Botan
 
KOBANÊ - Xanim Mehmûd a ku ji Kobanê ye û temenê wê  50'î salî ye bi çêkirina tewnan hem  çanda kevnar a Kurdan li ser piyan dihêle hem debara xwe dike. Xanimê got:"Çanda me hebûna me ye divê em çanda xwe biparêzin."
 
Xanim Mehmûd a ku ji Kobanê ye û temenê wê  50'î salî ye bi çêkirina tewnan hem  çanda kevnar a Kurdan li ser piyan dihêle hem debara xwe dike. Xanimê anî ziman ku ew bi hezkirin û evînek mezin ji bo çanda civakê wenda nebe hewl dide û tewnan çê dike. 
 
Hûnera Xanimê parçeyek ji xwezaya Xanimê ye 
 
Xanimê diyar kir ku ew ji xwezayê û çanda kevnar gelek sûdê digire û wiha got:"Her neqşek tewnan li gor xwe çîrokek wê ya dîrokî heye. Ez ser cil û çenteyan dineqişînim û  çanda xwe ya kevnar zindî dikim."
 
Ji zarokatî de karên ji bo xizmeta hunera xwe dike
 
Xanimê anî ziman ku ew ji zarokatiya xwe de xizmetê ji çand û hunera xwe dike û got:"Ev karê ku ez dikim gelek zehmet e lê ez êdî hîn bûme loma bi min zehmet naye. Ji ber ku ez  çanda xwe ya kevnar jî li ser piya dihêlim bi min zor nayê. Ji zarokatiya xwe de ye ku ez vî karî dikim û jê sûdê digirim."
 
Divê çanda resen winda nebe
 
Xanimê anî ziman ku divê çanda resen winda nebe û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ji bo çanda me winda nebe divê ciwan jî fêr bibin. Ji bo çanda me zindî bimîne divê nifşên nû jî têkildarî mijara parastina çand û hunera kevnar de bên perwedekirin."