'Divê civak xwedî li xwezayê û keda jinê derkeve'

  • 09:00 25 Nîsan 2018
  • Ked/Aborî
Hêvî Botan
 
KOBANÊ - Jinên gundewarên Kobanê yên ku karê çandiniyê dikin gotin ên ku herî baş ji zimanê xwezayê fam dikin jin in, loma divê civak xwedî li xweza û li keda jinê derkeve. 
 
Pêşengiya çandiniya li ser erdan a li Kobanê jin dikin. Jin her sal şitlên firîngî, îsot, xiyar, pîvaz û hwd. diçînin û hem debara xwe dikin, hem jî xizmetê ji civakê û ji aboriya Kobanê dikin. Jinên ku li ser erd karên çandiniyê dikin hêvî dikin ku hemû civak xwedîderketina kedê ya jinê mînak bigire û ji bo siberoja xwe bixebitin. 
 
Helîm Hemko ya ku ji zarokatiya xwe de karê çandiniyê dike got ku ew bi saya çandiniyê debara xwe dikin û ew her sal çandiniyên cuda dikin. Her wiha Helîmê anî ziman ku ew ji her cureyê çandiniyê fam dike û niha jî firîngiyan diçînin. 
 
'Ji bo em aboriya civakê pêş bixin em dixebitin'
 
Eyşe Îsmal Şêx Xidar jî da zanîn ku ew ji bo aboriya civakê pêş bixe dixebitin û got:"Em wekî malbat hemû bi karê çandiniyê mijûl in. Em ji bo aboriya civakê pêş bixin û debara xwe bikin dixebitin. Ji ber ku em wekî jin gelek ji xwezayê hez dikin ev xebat ji bo me kêfxweşî ye."
 
'Em û ax  bûne yek'
 
Şara Temo jî anî ziman ku ew û ax bûne yek û got:"Em gelekî ji axa xwe hez dikin û sûdê jê digirin. Em bi xebata li ser erdê xwe ne tenê ji bo xwei, di heman demê de em ji bo  civaka xwe jî dixebitin. Loma divê civak xwedî li xwezayê û keda jinê derkeve."