Jin xwe ji bo 1’ê Gulanê amade dikin: Dema me ya em winda bikin tune ye

  • 09:34 24 Nîsan 2018
  • Ked/Aborî
ENQERE - Jinan diyar kir ku  li dijî mêtîngerî, şer, zext û newekheviya zayendî wê dengên xwe di 1’ê Gulanê de carek din bilind bikin û wiha gotin: “Êdî dema me ya em winda bikin nemaye. Em neçarin ligel hev bin û bibin hêz.”
 
Jinên rastî her cureyê zextan tên bi OHAL’ê re bi KHK’yên hatin derxistin bi îxracan re hatin rû hev. Jin wê li dijî zext û tarîtiya OHAL’ê di 1’ê Gulanê de jî li qadan bin û beriya her titşî wê azadiyê biqîrin. Jinên Enqereyê diyar kirin ku beriya her tiştî divê jin bibin yek û qadên 1’ê Gulanê tije bikin.
 
Ji Tora Piştevaniya Jinan a Nar Pelîn Bektaş da zanîn ku di her şert û mercî de daxwaza giştî a jinan azadiye û wiha got: “Desthilatdariya AKP’ê Tirkiye bê nefes hiştiye.  Polîtîkayên paşverû yên li hemberî jinan zêde dibin. Ji bo me ya girîng azadî ye. Îro ji bo jin bikaribin bijîn hewcedarî bi azadiyê heye.”
 
‘Ev têkoşîna me hemûyane’
 
Pelînê wiha dirêjî da axaftina xwe: “AKP’ê di serî de jin azadiya gelek aliyan ji destê wan girtiye. Em ji bo wan têk bibin têdikoşin. Em ê wek jin ji bo xwedî li keda xwe derkevin di 1’ê Gulanê de li qadan bin. Em ji bo hêviyê mezin bikin têdikoşin. Ev têkoşîn ya me hemûyan e.”
 
‘Em li dijî pergala kapîtalîst wê li qada bin’
 
Sekretera Jinan a Hejmar 1 a Egîtîm Senê Canan Çalagan jî destnîşan kir ku bi salane kapîtalîzm keda jinê binpê dike û li dijî vê jî jinan li her qadê têkoşîn dane û wiha pê de çû: “Di vê pêvajoyê de wateyek din a 1’ê Gulanê heye. Ji ber em ji aliyê AKP’ê ve bêyî lêpirsîn ji kar hatin derxistin keda me hat xespkirin. Em wek jin li dijî kapîtalîzmê em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin û em ê bi ser bikevin.”
 
‘Dema me ya em winda bikin tune’
 
Endama Partiya Karkerên Sosyalîst a Tirkiyeyê (TSÎP) Ayşe Kayguzuz diyar kir ku wê di 1’ê Gulanê de li dijî zext û zordariyê dakevin qadan û got êdî dema wan ya winda bikin nemaye û bang li hemû jinan kir ku biherikin qadan.