Nebîle Irmak: Heta jin hebin wê hêvî jî hebe

  • 09:05 21 Nîsan 2018
  • Ked/Aborî
STENBOL - Seroka Sendîkaya Karkerên Avahiyê ya Genel-Îş \DÎSK Nebîle Irmak Çetîn destnîşan kir ku çi dibe bila bibe wê jin dest ji kolanê bernedin û got: “Wek 25’ê Mijdar û 8’ê Adarê wê hemû jin li dijî polîtîkayên zextê di 1’ê Gulanê de li qadan bin. Heta jin hebin wê hêvî jî hebe.”
 
Komîteya Pêkanîna 1’ê Gulanê diyar kir ku navnîşana îsal Maltepe ye û yek ji sendîkayên ku dest bi amadekariyan kir Sendîkaya Karkerên Avahiyê ya Genel-Îş \DÎSK bû. Seroka Sendîkayê Nebîle Irmak Çetîn a ku ev 40 sale sendîkavaniyê dike, diyar kir ku wê îsal cejna karkeran li gorî salên din bi coştir derbas bibe û got wê jin wek 8’ê Adar û 25’ê Mijdarê wê di 1’ê Gulanê de jî li qadan bin. 
 
Nebîleyê diyar kir ku piştî jin ketine nava xebatê şûnde zêdetir di qada paqijiyê de xebitîne û bi taybet jî jinên bê perwerde û di temenekî de li vê qadê dixebitin û got: “Jinên pereyê ji vir qezenc dikin jî bixwe bikar naynin. Em di pêvajoyeke ku jin tê xizankirin û zextên aborî zêde ne de 1’ê Gulanê pêşwazî dikin. Li Tirkiyeyê rêjeya betaliyê zêde ye.”
 
‘Pêvajoyek bi xof e’
 
Nebîleyê her wiha destnîşan kir ku hinek sendîka di bin tekela desthilatdariyê de ye û koletiya taşeron diparêzin û got: “Hinek sendîkayên ku piştgiriyê didin pêkanînên dij demokratîk jî hene. Sedema vê jî hişmendiya çînî ye. Berê peywirên sereke yên sendîkayan hebûn.  Parastina keda karkeran, rêxistinkirina berxwedanên karkeran.  Çalakiyên wek DGM’ê.  Di nokteya em hatinê de demokrasî sifir e."
 
Nebîleyê daxuyakirin ku wan bêyî ku di ferqa vê de bin piştgirî dane desthilatdariya yek mêrî û got wek jin, wek karker piştgirî dane desthilatdariyê û  got ji vê nokteya hatinê hemû berpirs in.
Nebîleyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku jin çi dibe bila bibe wê dest ji kolanan bernedin û got wek 25’ê Mijdar û 8’ê Adarê wê di 1’ê Gulanê de li kolanan bin.