Esnafên jin: Em bi krîzek aborî ya kûr re rû bi rû ne

  • 09:10 19 Nîsan 2018
  • Ked/Aborî
Dîlan Babat
 
COLEMÊRG - Jinên ku dixwazin qada îstîhdamê ava bikin û rastî gelek astengiyan tê, li aliyekî jî hewl didin ku ji bin krîza aborî derkevin. Esnafên jin diyar dikin ku têkiliya vê yekê bi şer re heye û gotin xizanî her diçe kûr dibe.
 
Li Tirkiye û Kurdistanê piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmeha 2016'an şûnde bi OHAL'ê re krîza aborî roj bi roj mezin bû. Rayedarên hikûmetê di her derfetê de dibêjin krîz tuneye û vê rewşê naxwazin ku eşkere bikin.  Yên herî zêde ji krîzê bi bandor bûne jin in. Esnafên jin ên Colemêrgê diyar dikin ku ew bi krîzek kûr re rû bi rû ne.
 
'Ez nan bi bihayekê kêm didim'
 
Ferîde Evren diyar kir ku ji bo azadiya aboriya xwe heta niha di gelek karî de xebitiye û di mala tenûrê ya du sal berê li navçeyê vekiriye de dixebite. Ferîde bi nanên çêdike debara xwe dike û got di demên dawî de  bihayên nan jî xistiye. Ferîdeyê daxuyakirin ku di bêrîka welatiyan de pereyê nanê wan tuneye û wiha got: "Bi salane dixebitim. Min tu car krîzek wisa kûr nedît. Niha esnaf li ber girtinê ye. Krîzê bandorek mezin li ser jiyana me kir. Îro kes nikarin tiştekî bikirin. Kes naxwaze pereyê xwe xerc bike."
 
'Tevî krîzê ez ê bixebitim'
 
Ferîdeyê di berdewamiyê de destnîşan kir ku yên herî zêde ji krîzê bi bandor dibin, jin in û dema wisa dibe jin dest ji îstîhdama xwe berdidin, lê wê dest ji hilberînê bernedin.
 
'Krîz heta hundirê malê çûye'
 
Sevgî Gunduz jî balkişand ser bandora krîzê ya li ser gel û wiha pê de çû: "Gever navçeyek nêzî sînor e. Mirov debara xwe bi dan û standina li ser sînor dikin. Îro kes nikare bazirganiya sînor bike. Kesên bi bazirganiyê re mijûl dibin xîzan bûne. Krîzê ne tenê bandor li ser esnafan kiriye. Heta bandorê li hundirê malan dike. Wisa bidome wê her kes dikanên xwe bigirin."