Ji bo jinên hewldêr piştgiriya ‘Bîzbîzze’

  • 09:06 15 Nîsan 2018
  • Ked/Aborî
Evrîm Kepenek
 
STENBOL - Komeleya Fikir û Piştgiriyê bi projeya Bîzbîzze ji bo piştgiriyê bidin jinên hewldêr ‘Bernameya Hewldêriyê ya 2018’an a Bîzbîzze’ dan destpêkirin û bi vê yekê tê armancakirin ku bi sedan jin tevlî xebatê bibin. Serlêdanên bernameyê di 24’ê Nîsanê de bi dawî dibin. 
 
Damezrînera komeleyê Ozden Anik Tekîr diyar kir ku divê şîrket jinan tenê wek alava reklamê û bikarhêner nebîne. 
Jinên bi navê Ozden Anik Tekîr û Bedriye Hulya Komeleya Piştgirî û Ji bo Jinan Fîkr a Bîzbîzze ava kirin û ji bo piştgiriyê bidin jinên hewldêr ketin nav tevgerê. Heta niha 80 jinî serî li ‘Bernameya Hewldêriyê ya 2018’an a Bîzbîzze’ dane û serlêdan di 24’ê Nîsanê de bi dawî dibe.
 
‘Piştgirî di jiyana kar de hêza jinê zêde dike’
 
Ozdemê diyar kir ku dema nû ev proje nivîsîne piştgirî nedîtine lê serlêdan hatine û ji ber vê dest bi perwerdeyên dildar kirine û got: "Me perwerde ewil bi vî awayî dan. Cihekî me yê em perwerdeyê lê bidin jî tunebû. Me bi komên piştgiriyê jî piştgiriya ji bo jinan berdewam kir. Em ji bo jinên dibêjin ‘Ez li kar digerim, pirsgirêkên min ên teknolojîk hene’ dibin destek. Piştgirî di jiyana kar de hêzê de dide jina. Me di 5’ê Kanûna 2017’an de bi 19 jinên dildar re komele ava kir."
 
Di dorê de Şirnex û Îzmîr hene
 
Ozdenê di berdewamiyê de bi lêv kir ku armanca wan ev e ku xwe bigihînin jinên derveyê Stenbolê û got ew niha difikirin ku li Şirnex û Îzmîrê jî komelebûnê ava bikin.
 
Ozdenê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Şîrketên piştgiriyê didin jinan hene lê hejmar kêm in. Şîrketên jinan di reklaman de bikar tînin û wek bikarhêner dibînin hene. Ez wan rexne dikim. Mînak di rojên 8’ê Adarê û Roja Dayikan de derbarê jinan de reklam tên kişandin. Lê mixabin dema di mijara piştgiriyê de ji şîrketan daxwaz tê kirin, naxwazin hevdîtinê jî bikin." 
 
Niha dema serlêdanê ye
 
Ozdenê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku serlêdanên ji bo jinan hatine destpêkirin wê di 24’ê Nîsanê de bi dawî bibe û bang li hemû jinan kir ku bibin xwedî cesaret û serî li bernameyê bidin.
 
Ayşegul Ektî: Baskên xwe vekin û bifirin
 
Yek ji jinên ku Ozden nas kir û jiyana wê guherî Ayşegul Ektî ye. Ayşegulê diyar kir ku ew ducanî bûye biryar daye dest ji hevjînê xwe berde û ji ber vê gelek pirsgirêk jiyaye û wiha got: “Lê bi vê projeyê jiyana min guherî. Hewldêrî wekî ku  mirov xwe ji zinarekê biavêje ye. Heta mirov dadikevin xwarê dikare ku baskên mirov venebin. Ev çîroka cesaretê ye. Bi rastî ger ku baskên xwe vebikin dikarin bibin hewldêr. Lê guman hebe hinek bifikirin. Jin ji bo hewldêriyê hewcedarî bi piştgiriyê dibînin. Baskên xwe vekin û bifikirin.”