Gîhayên ji çiyan kom dikin hem şifa û hem jî fêde ye

  • 09:15 13 Nîsan 2018
  • Ked/Aborî
ŞIRNEX - Nesîbe Ozen ya ji gundên derdorê gîha kom dike û li bazarê difroşe wiha dibêje: “Li ser vê axê çi cure nebat bêjin hene. Hemû jî ji bo tenduristiya mirovan baş in.” 
 
Gîhayê li gundên girêdayê Cizîra Şirnexê digihên, bi destê jinan tên komkirin û li ser tezgahan cihê xwe digirin. Jinên sibehê zû dest bi kar dikin, tolik, gezgez, pelê sÎlka û gelekên din berhev dikin û tînin malê. Jin hemûyan dikin qevd û li bazaran tezgahan ava dikin û digihînin mirovan.
 
‘Bi kedê qezenc tê girtin’ 
 
Nesîbe Ozen ya hevjînê wê nexweş e û neçar e li malbata xwe binêre, bi gîhayên ji gundan kom dike li bazaran difroşe û li zarokên xwe dinêre. Nesîba ya  bi hevalên xwe re li bazarê tezgahan vedike wiha dibêje: “Em ji çiyan ji gundan gîha kom dikin.Em sibehê tên heta êvarê gîha kom dikin. Em heba wê 5 kuruş an jî 1 lîrayekî difroşin. Karê me zehmet e lê mirov kedê nedin tiştek nayê bidestxistin.” 
 
‘Axa Kurdistanê bi berket e’
 
Nesîbayê daxuyakirin ku axa Kurdistanê bi berket e û wiha pê de çû: “Tu çi cure gîha bixwazî heye. Ji bo tenduristiya mirovan gelek fêdeya wan heye. Tiştên xwezayî gelek bi fêde ne. Ji xwe bihayê wan erzan e her kes jî digire.” 
 
‘Koçer çêdikin em difroşin’ 
 
Şerîfe Ozdek ku wê jî li gel Nesîbayê tezgah ava kiriye penîrê bi gîha difroşe. Şerîfe ya penîrê ku Koçer li zozanan çêdikin dikire, wiha dibêje: “Em ava penîr jê digirin. Em piştre xwê dikin. Em gîhayê sîrîk jî lê zêde dikin û vedişêrin. Piştî dibe jî em dibin bazarê difroşin.”