Jinên nikarin derkevin zozanan: dewletê gîha jî qedexe kir

  • 09:27 12 Nîsan 2018
  • Ked/Aborî
COLEMÊRG - Ji ber qedexe û qerekolên hatine çêkirin sewalên dernakevin zozanan yan dimirin an jî tên firotin. 
 
Jinên Geverê diyar kirin ku her sal di meha Nîsan û Gulanê de li zonan gîha berhev dikirin lê îsal nikarin wê jî bikin û gotin dewletê berhevkirina gîha jî qedexe kir.
 
Li Colemêrgê di bin navê ‘Herêma Ewlehiya Taybet de’ qedexekirina zozanan yekane çavkaniya debarê ya gelê herêmê aniye asta tunebûnê. Gel ji ber qedexeyên ev du sale didome,hewl didin li navçe an jî bajaran sewalên xwe li cihên şînhî biçêrînin. Li qadên hatine qedexekirin qerekol hatine avakirin û yên derdikevin zozanan jî heman rojê neçar dimînin vegerin malên xwe. Jinên li Kadikoy a Geverê dijîn û debara xwe bi pez dikin, diyar kirin ku gîha jî hatiye qedexekirin. 
 
‘Em neçar dimînin pez bifroşin’ 
 
Saîme Aktaş daxuyakirin ku ew pezê xwe têr nikarin biçêrînin û ji ber vê neçar dimînin bifroşin û wiha pê de çû: “Ev du sale em pezê xwe nikarin bibin zozanan. Ji ber em baş nikarin biçêrînin em neçar dimînin bifroşin. Yekane çavkaniya debara me sewalkarî bû. qedexeyan dest pê kir û em nizanin çi bikin. Berê em çend hefteya li zozanan diman. Niha em derkevin jî em heman rojê vedigerin. Ji ber li her derê qerekol hatiye avakirin. Her sal em di mehên Nîsan û Gulanê de diçûn zozanan. Me gîha kom dikir.îsal em nikarin wê jî bikin.Dewletê berhevkirina gîha jî qedexe kiriye." 
 
‘Li her derê qerekol’ 
 
Hanim Altunê jî destnîşan kir ku wê 100 serî pezê xwe neçar maye bifroşe û ev tişt got: “Ji ber baş naçêrin em ji şîrê wan jî fêdeyê nagirin. Ev du sale em bi rehetî nikarin derkevin zozanan.Her der bûye qerekol. Divê demildest qedexe rabin.” 
 
 
Hacer Kirdag jî got ji 200 pezê wê tenê 40 heb maye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber têr xwedî nabin şîrê wan kêm dibe. Hinek ji ber xwan mirin. Bi hefteyan em li zozanan diman û me pezê xwe diçêrand. Şîrê wan pir baş bû. Niha ez pezê xwe li baxçeyê xwe diçêrînim. Qedexeyan zirarek mezin da me."