Hedefa jinên rahijmend: Avakirina meclîsa jinê ya di nava DTSO'yê de ye

  • 10:33 11 Nîsan 2018
  • Ked/Aborî
Şehriban Aslan
 
AMED - Jinên ku ji bo hilbijartinên DTSO'yê yê 14'ê Nîsanê amadekariyê dikin, hewl didin ku meclîsa jinê ava bikin. Jina Karsaz Nevîn Îl anî ziman ku dema ku ew bên hilbijartin ew ê derbarê wekheviya zayendî de gavên mezin biavêjin.
 
Li Amedê amadekariyên ji bo hilbijartina Odeya Sanayî û Bazirganiyê (TSO) didome. Amadekariyên endaman jî lezgîn bû. Endamên jin ên Rahijmenda Em Bi Hev Re Amed in  wê bi lîsteya kesk beşdarî hilbijartinan bibin. Jina Karsaz Nevîn Îl ku ew jî di bin banê Rahijmenda Em Bi Hev Re Amed in de ye, anî ziman ku ew di derbarê ku jin bibin xwediyê mafê axaftinê de xebatan dimeşînin. 
 
Nevînê anî ziman ku qeyrana ku ev nêzî 3 salan e didome hemû kes di bin bandora xwe de hiştiye lê jinên ku dixebitin ji vê yekê bêtir bi bandor bûne. Her wiha Nevînê anî ziman ku ji ber şerê ku diqewime hem ji aliyê aboriyê hem jî ji aliyê tundiyê ve bandorek neyînî li jinê dike. 
 
'Ji bo wekheviya zayendiyê me gelek hewl da'
 
Nevînê wiha got:"Ji bo wekheviya zayendiyê me gelek hewl da. Bi polîtîkaya teşhîrkirina zayendperestiyê me navên rêxistinên civaka sîvîl guhert. Ji bo wekheviyek zayendî çê bibe me têkoşînek mezin da."
 
Nevînê anî ziman ku ew wekî jinên kedkar karên girîng dikin lê ji ber ku avahiyek ji bo hêza xwe bikin yek tuneye kêmasiya dijîn lê ji bo van kêmasîna temam bikin jî ew têkoşîna xwe berdewam dikin. 
 
'Em ê xebatên xwe gav bi gav bimeşînin'
 
Nevînê anî ziman ku dema ew xebatên xwe dikin hewl didin ku di her qadê de wekheviya zayendiyê hebe û wiha dewam kir:"Em ê gav bi gav xebatên xwe bimeşînin. Karê me dê zehmet be lê em ê bi ser bikevin. Em ê li Tirkiyeyê mohrê li bin tiştekî yekem bixin. Em ê bi avakirina meclîsa jinên kedkar mohrê li bin tiştekî yekem bixin." 
 
'Jinên biryarên di derbarê xwe de bidin'
 
Endamê Rahijmenda Em Bi Hev Re Amed in Mehmet Kaya jî anî ziman ku ew jî dixwazin meclîsa jinan ava bibe û got em dixwazin jin biryarên di derbarê xwe de bidin. Bi vê têkoşînê dê jin biryarên di derbarê xwe de bidin.