Jinên Rahijmend dixwazin ku li TSO'yê bêhtir bibin xwedî gotin

  • 11:10 10 Nîsan 2018
  • Ked/Aborî
AMED - Jinên Rahijmend ku ew ê bi lîsteya Kesk di bin banê Hewldana em bi ev re Amed in tevli hilbijartina DTSO'yê ya ku wê di 14'ê Nîsanê de bê kirin bibin diyar kirin ku ew ê Mecliseke Jinan ava bikin û anîn ziman ku divê di qada kar de jin bêhitir xwedî gotin bin.
 
Xebatên amadekariya hilbijartina Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Amedê (DTSO) berdewam dikin. Xebatên ji bo lîsteyên ku di çarçoveya  zer, spî, şîn û kesk de hatin amadekirin jî berdewam dikin. Hewldana em bi hev re Amd in ku pêşengiyê ji tevlibûna jinan a nava qada kar re dike ku wê bi lîsteya kesk tevli hilbijartinê bibe ji aliyê rêxistinên saziyên sivîl ên li herêmê ve hatiye damezrandin.  Jinên Rahijmend ku di bin banê Hewldana em bi hev re Amd in de xebatên xwe berdewam dikin encamnameyek hat weşandin. Di encamnameyê ku li ser girîngiya avakirina meclisên jinan tê rawestîn tê armanckirin ku jin li hemû qadan bi awayê wekhev cih bigirin.
 
Di encamnameyê de wiha hat gotin: 
 
"Odeyên Bazirganî û Sanayiyê saziyeke ku li herêman mirovên karsaz û rahijmendan temsîl dike ye û divê ku wekî sazî hewl bide jinan di nava jiyana kar de bide nîşandan.  Lê di nava vê saziyê de ji ber rêveberiya heyî di mekanîzmayên biryarê de jin zêde cih nagirin. Ev li nava hemû Ode û borsayan bi heman rengî ye. Lijneyên bajaran ên ku bi tevlibûna jinan di bin banê TOBB'ê de hatin avakirin ev pirsgirêka heyî aşkera kirin." 
 
Di berdewamiya encamnameyê de kar û xebatên ku divê bên kirin wiha hatin rêzkirin: 
 
"*Divê ku li saziyên cîhana kar temsîl dikin, odeyên wan, di mekanîzmayên biryarê de û di avakirina wan de ji jinan re zêdetir cih bê dayîn,
 
*Rê û rêbazên ku jin bêhtir bên aktîfkirin bên pêşxistin,
 
*Di bin banê odeyan de di hemû xebat û pêşxistinên ku bên kirin de pirsgirêkên jinan, pêdiviyên wan di warê tevlbûna jinan de bên pilankirin û bên nirxandin,
 
*Divê ku butçeya odeyan li gorî pirsgirêkên jinan û pêdviyên wan bên pêşwazîkirin bên amadekirin."
 
'Em wekî rahijmend meclisên jinan ava dikin'
 
Di encamnameyê de bal hat kişandin ser rêvberiya Odeya Bazirganî û Snayiyê ku herî zêde mêr tê de cihê xwe digirin û hat xwestin ku ji vir û şûn de jin herî zêde di nav van lijneyan de cih bigirin.  Di berdewamiya encamnameyê de wiha hat gotin: "Em wekî jinên rahijmend dixwazin ku di oragnên odeyan  de bêhtir ji jinan re cih bê dayîn û di xebatên ku bên kirin de jin bi awayê wekhev cih bigirin. Ji bo ku em bigihîjin armanca xwe jinên ku di meclisên odeyan û di lijneyên rêveberiyê de cih digrin em ê mecliseke ku ji jinan pêk tê ava bikin. Em ê li vê meclisê ji 2 mehan carekê bicivin û sekreteryake meclisê ava bikin. Wê ev meclisa jinan xebatên odeyan bi nêrîna jinan binirxîne, xebatên xweser ên jinan rêve bibe. Ev meclis ji bo ku îstihdama jinan a li nava kar û rahijmendên jin zêde bike li Amedê, bixebite perwerdeyê bide jinan û wê weşaneke wê ya xweser hebe."