Jin bi têkoşîna xwe pêşdarazan dişkînin

  • 09:16 6 Nîsan 2018
  • Ked/Aborî
Şehrîban Aslan
 
AMED- Elmas Tugrul a li Sûka Saglik Ocakgi dukana wê heye,yek ji jinên ku pêşdarazan dişkîne ye. Elmas ya alavên hinê difroşe, bang li jinan kir ku jiyaneke nû ji bo xwe ava bikin.
 
 Elmas Tugrul ya li Sûka Saglik Ocagi ya kolana Sakaryayê ya Amedê di dukana ku alavên hinê tên firotin de dixebite, yek ji jinên ku pêşdaraz şikandiye. Elmasê diyar kir ku ev 7 sale tevlî nava xebatê bûye û got tiştek başe mirov li ser piyên xwe bisekinin û tevlî jiyana xebatê bibin. Elmasê wiha got: “Gelek caran em rastî pêşdaraza ‘jin nikarin bixebitin’ hatin.  Di serî de malbatê jî astengî derxist lê niha kêfxweş in. Ez têkoşîna xwe her tim pêş dixînim û divê jin teqez xwe îfade bikin. Divê tu car li hember mêran serî netewînin.  
 
‘Mêran nekir min kir
Elmasê bi lêv kir ku ji roja dest bi kar kiriye bixwebaweriya wê zêde bûye û ev tişt anî ziman: “Gotin karê mêran e û ez ji kar hatim durxistin. Lê min nîşanî wan da ku tiştên mêr nikare bike  ez dikim. Min xwe parast. Di her şertî de min karê xwe kir. Dema min pereyê xwe qezenc kir ez pir kêfxweş bûm.”
 
Elmasê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku heta ji destê wê bê wê bixebite û xwe pêş bixîne û  divê jin tu car xwe ji têkoşînê nedin alî. Her wiha  di mijara paqijiya sûkê de jî bang kir û got divê ji bo pirsgirêka lavaboyê jî çareserî bê dîtin.