Sendîkayan ji bo 1'ê Gulanê li Taksîmê pîroz bikin serlêdan kir

  • 14:45 3 Nîsan 2018
  • Ked/Aborî
STENBOL - KESK, DÎSK, TTB û TMMOB, biryar dan ku îsal 1'ê Gulanê li Taksîmê pîroz bikin. Reveberên sendîka û rêxisitn kedê, biryara xwe bi Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn re parve kirin.
 
Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyonê Kedkarên Şoreşger (DÎSK) , Odeya Yekitiya Endezyar û Avahîsazan (TMMOB) û Yekitya Tabîban (TTB), biryar dan ku 1'ê Gulanê li Taksîmê pîroz bikin. Sendîka û rêxistinên kedê  ku biryara pîrozbahiyê li Taksîmê dan ji bo destûrdayînê serî li Walîtiya Stenbolê dan.
 
Hevserokê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk,  Serokê DÎSK'ê Kanî Beko, Serokê Lijneya Rêveberiyê ya TMMOB'ê  Emîn Koramaz û  Serokê Konseya Navnedî ya TTB'ê  Reşît Tukel ji bo destûrgirtina pîrozbahiya li Taksîmê  serî li Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn dan û pê re hevdîtin kirin.
 
'Me serlêdana xwe kir'
 
Pîtî hevdîtina bi walî re Serokê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û wiha got: "Me hefteya borî bi Wezîrê Karên hundir re hevdîtin kir.   Me di hevîdtîna xwe de got ku bi taybetî pîştî komkujiya 1977'an  Taksîm ji bo kedkaran xwedî wateyeke dîrokî ye û ji ber vê em dixwazin ku em 1'ê Gulanê li Taksîmê pîroz bikin. Me li Walîtiya Stenbolê jî serlêdana xwe kir.  Me ji niha ve dest bi xebatên pîrozbahiya 1'ê Gulanê kiriye."