‘Kapîtalîzm û mêr dibin yek û mafên jinan zêdetir binpê dikin’

  • 09:25 27 Sibat 2018
  • Ked/Aborî
STENBOL - Endama Piştevaniya Mor Pelîn Kahîlgullari têkiliya kapîtalîzm û serdestiya mêr nirxand û diyar kir ku kapîtalîzm û mêr jinan  wek hêza kar a erzan dibîne, keda nav malê dibîne û wiha got: “Jin hem ji ber taybetiya welîdînê û hem jî ji roja hatine dinê û heta niha wekî hinek karê diyarkirî yên divê bînin cih tên bi navkirin û ji ber vê jî du caran tên çewisandin."
 
Endama Piştevaniya Mor Pelîn Kahîlogullari der barê çewisandina keda jinê de û têkiliya kapîtalîzm û serdestiya mêr de nêrînên xwe anîn ziman. Pelîsê pergala em têde dijîn wek ‘kapîtalîzma patrîyalkar’ vegot û got: “ Du pergalên cuda yên jinên di çewisînin hene. Tevî pergala patrîyarkal  xwe dispêre bi hezaran salî, li şûna serdestiya mêr tasfiye bike, pê re li hev dike. Sedema vê jî ev e ku; keda jinên ji bo kapîtalîzmê gelek girîng e, ji ber keda jinê pir alî bikar tîne, yanî wek hêza kar a erzan û hêza hundirê malê dibîne.”
 
Pelînê bi lêv kir ku pergala serdestiya mêr jinê wek kesa karê malê dike, li zarokan dinêre, li nexweşxan dinêre dibîne û got: “Ji ber vê jî keda nav malê nayê dîtin. Ducanîbûn û hinek karên diyarkirî yên ji bo jinan hatine dayîn, jinan du cararan di çewisîne. “ 
 
‘Keda malê wekî ked nayê hesibandin’ 
 
Pelînê di berdewamiyê de destnîşan kir ku di çewisnadin û binpêkirina mafê jinê de kapîtalîzm û pergala serdest ya mêr li hev dikin û got: “Kapîtalîzm û pergala serdest ya mêr jinan dike bin destê xwe. Kapîtalîzm jinan wek hêza kar a erzan dibîne. Ji ber ku jinan wek kesa nav malê dibîne. Qada cemawerî jî aydê mêran dibîne. Keda nav malê ya ku ji kedê nayê hesibandin ji bo kapîtalîzmê gelek bi fêde ye. Ji ber vê pergala serdest a mêr û kapîtalîzm di hepskirina jinê de li hev dikin.
 
Pelînê balkişand ser qanûnên di salên dawî de ji bo jin di qada kar de hebin, hatine derxistin û got li aliyê din jî kapîtalîzim keda jinan erzand dihesibîne û di pêvajoyên krîzê de, hewl didin krîzê ji ser xebata jinan ji ser xwe bavêjin.