Tevî astengiya xwe têkoşîna jiyanê dimeşîne

  • 09:22 23 Sibat 2018
  • Ked/Aborî
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Jina bi navê Hesîna Hesen tevî ku ji ber lingê xwe astengdar e jî, îro bi îradeyek mezin û bi xîret dixebite û têkoşîna jiyanê dimeşîne.  
 
Hesîna Hesen 42'salî ye û li Taxa Til Hecerê ya Bajarê  Hesekê  dijî. Hesînayê bi awayekî asteng ji dayik bûye.Tevî ku asteng e bi ked û xwêdana eniya xwe dixebite, debara mala xwe dike. Ev nêzî 7 sal in ku firoşgehek vekiriye û bi rêve dibe ku debara xwe bike.
 
'Bawerî û hêza mirovan li dijî hemû astengan dikare bi ser bikeve'
 
Hesîna da zanîn ku dema îradeya mirov xurt be, tu astengî li himber mirovan nikare bibe asteng û wiha got: "Ji bo ku ez hebûna xwe îsbat bikim û alîkariya malbata xwe bikim, divê ez bi bawerî û bi hêz bim. Bawerî û hêza mirovan li dijî hemû astengan dikare bi ser bikeve. Min nehişt astengiya min siberoja min tarî bike loma min tu carî dev ji têkoşîna xwe berneda."
 
'Civak bê keda jinê nikare pêş ve biçe'
 
Hesînayê bal kişand ser girîngiya keda jinê ya ji bo civakê û wiha berdewam kir:"Civak bê keda jinê nikare pêş ve biçe. Loma divê li keda jinê xwedî bê derketandin. Divê li hemû qadên jiyanê keda jinê bê xuyakirin û hêjayî gotinê bê dîtîn."
 
'Divê jin bi aboriya xwe hişmendiya desthilatdar têk bibe'
 
Hesînayê da zanîn ku divê jin bi aboriya xwe hişmendiya desthilatdar têk bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Keda jinê ya pîroz rê li hemû pêşketinan vedike lê  hişmendiya desthildatdar keda jinê diçewisîne. Loma hewceye ku jin li dijî hişmendiya desthilatdar serî hilde, xwe di warê aboriyê de pêş bixe û têkoşîna xwe bilind bike."