Qeyûm û Walitiyê piştgirî dan binpêkirina keda jinê

  • 09:36 12 Sibat 2018
  • Ked/Aborî
DÊRSÎM - Şahmîran Tekstîl a ku di çarçoveya projeyên Walitiya Dêrsîmê û Îşkurê de atolyeya tekstîlê vekiriye jinan  wek hêza kar a erzan bi kar tîne.
 
Şîrketa Bazirganî Sanayî ya Şahmîran Tekstîlê ku li herêma Sanayî Organîze a Harçik ya Dêrsîmê (OSB) ji şîrketek cil û bergan re hilberîna fason dike, bi ÎŞKUR’ê re proje pêş xist û bi vê projeyê re di bin navê ‘karkerên bê wesf’ de keda jinan binpê dikin. Piştî îlankirina OHAL’ê Walitiya Dêrsîmê û şaredariya ku qeyûm lê hat tayînkirin jî hemû derfetên wan ji şîrketên navneteweyî re xizmetê dike. 
 
Piranî jin di bin asta birçîbûnê de dijîn 
 
Şahmîran Tekstîl 6 mehan carê ji bo jinên wek hêza kar a bê wesf dibînin di bin navê hînkirina kar de, rojane 45 TL didin jinan. Nava hefteyê saet di navbera 08.00 û 18.00’an de tên xebitandin. Rojên şemiyê jî nîv rojê tên xebitandin. Jin mehê hezar û 170 TL digirin. Xwarin û serwîsa jinan jî Walîtî dide. Di atolyeya ku nû hat vekirin de ewil 300 kes dixebitî û niha 10 jê mêr bi giştî 175 kes dixebitin. Piranî jin ji ber şert û mercên xebatê veqetiyan. Piranî jinên di atolyeyê de dixebitin di bin asta birçîbûnê de dijîn.
 
‘Şert û merc gelek giran in’ 
 
Jinek ku di atolyeyê de dixebite diyar kir ku piştî 6 mehan şûnde jinê di ezmûna ÎŞKUR de serkeftî bin digirin kar û got: “Tu kes hewcedariya wan tunebe nayên li vir bi pereyê asgarî naxebitin. Şert û merc giran in. Yên ji bo bibin xwedî pîşe jî tên vir. Piranî kes dibêjin em pereyê 6 mehan yê ÎŞKUR dide bigirin. Hinek jî dixwazin ezmûnê derbas bikin. Cemal Karaaslan yê hevkarê Tekstîla Şahmîrane, di atolyeya ku niha dimîne de şaredarî ji bo salekê kirêya wê dide. Cemal diyar dike ku piştî salekê li OSB’ê li ser qada 5 hezar û 500 metrekareyî atolyê wê vebikin. Cemal her wiha destnîşan dike ku wê li Hozan, Çemîşgezek û Pertekê jî atolyeyan vebike.