Şaredariya CHP’ê roja meşa ‘Edeletê’ dest pê kir Elîf ji kar avêt

  • 09:19 25 Çile 2018
  • Ked/Aborî
ÎZMÎR - Elîf Kocaoglu ku 25 salan di Şaredariya Îzmîrê de xebitî roja meşa edaletê ya CHP’ê dest pê kir bi hinceta ‘qelsiyê’ ji kar hat avêtin. Elîf pirsa ‘Em li ku derê edeletê ne’ dipirse.
 
Elîf Kocaoglu ku 25 salan di Şaredariya Îzmîrê de xebitî roja meşa edeletê ya CHP’ê dest pê kir bi hinceta ‘qelsiyê’ ji kar hat avêtin. Elîf pirsa ‘Em li ku derê edeletê ne’ dipirse.  Elîf ya endama Sendîkaya Genel Îş ya girêdayê DÎSK’ê  ye jî got: “Gotin hun qelsin. Ev me xemgîn dike. Li gorî çi qels? Beramberê keda min ya 25 salan ev e?”
 
Roja meşa edeletê dest pê kir ji kar hat avêtin
 
Elîfê diyar kir ku roja meşa edeletê ya CHP’ê destpêkiriye ji kar hatiye avêtin û got di dema meşê de ji bo hevdîtinê çûye cem serokê giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu û got: “Min jê re got ‘We got edelet, ez li ku derê vê edeletê me. Ev nakokiyek çawa ye?’.  Lê tiştekî biguhere tine. Dozên me bi encam bûn. Tevî ku hemû qanûn li gel me ne Azîz Kocaoglu em bi awayekî dij hiqûqê ji kar avêtin û negirtin.”
 
Elîfê got wê berxwedana xwe bidomînin û her wiha Mahîr Kiliç yê ev 74 roje di girevê de ye jî bibîr xist û got ew û hevalên xwe çi dibe bila bibe wê mafên xwe bixwazin.