Şaxa Wanê Ya Egitim Sen'ê:Bila endamên me yên di bin çavan de ne serbest bên berdan

  • 14:50 18 Çile 2018
  • Ked/Aborî
WAN - Di serdegirtina malan de 5 endamên Şaxa Egirim Sen'ê ya Wanê hatibûn binçavkirin, Egitim Senê bertek nîşanî vê yekê da û xwest ku ev kiryarên dijhiqûqî bi dawî bibe û endamên wan demildest bên berdan. 
 
Ji bo 5 endamên Şaxa Egitim Senê ya Wanê ku do serê sibehê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin civîna çapameniyê hat lidarxistin. Civîna çapemeniyê li Şaxa Egitim Senê ya Wanê hat lidarxistin. Endamê Lijneya Birevebirina Şaxa Egitim Senê ya Wanê Orhan Buran axivî û diyar kir ku kiryarên li dijî sendîkayê û binçavkirin ji kêfî ye û wiha got:" Di nav şerd û mercên OHAL'ê de ku bêhiqûqiyê ji xwe re wekî rêgezek giştî hilbijartiye, Şakir Talay, Mahmut Garip Yaviç, Murat Başkara, Abdulmecit Karaçelik, Ferhat Aslan û Muzahit Karakuş bi awayekî bê hiqûqî hatin binçavkirin."
 
'Bila dawî li binçavkirinên keyfî bê kirin'
 
Orhan diyar kir ku dewsa bi telefonê bigerin û bangî wan ji bo îfadeyê bikin diçin ser malên wan digirin û got em kiryarên wiha qebûl nakin. Orhan herî dawî wiha got:"Divê dawî li binçavkirinên keyfî were, kiryarên dijhiqûqî bi dawî bibe û divê endamên me yên ku hatine binçavkirin demildest serbest bên berdan."