Roj 24 saete lê Ayşe 21 saetî dixebite

  • 09:31 8 Çile 2018
  • Ked/Aborî
Zulal Koçer
 
STENBOL - Rojek 24 saet e lê Ayşe ya dawiya hefteyan di otelek luks de dixebite, 21 saetan dixebite.  Ayşe jî wek mîlyonan kedkarî heqö keda xwe nastine.
 
Di rojên borî de di otelek 5 stêrk ya li Taksîmê Zîrveya Jinê pêk hat. Di salonê de vexwarin û xwarin hebûn.  Piranî kesên ev didan mîvanan jî garsonên jin bûn.  Garson her tim li ser piya bûn. Di Zîveya Jinê de li otelekê em Ayşeyê dibînin.  Ayşe li ber makîneya çay û kahweyê serwîsê dike û li aliyê din jî têkoşîna xwe ya jiyanê ji jinan re vedibêje.
 
Ayşe jinek ciwan ya dayika sê zarokane û du sal berê hevjînê wê jiyana xwe ji dest daye. Ayşe di temenê biçûk de dizewice û du karan dike.  Ayşe li taxa Gazî nava hefteyê di fîrmaya tekstîlê de dixebite. Rojê 12 saetan dixebite. Carna dimîne mesayiyan. Lê pereyê ji wir digire têr nake. Ji ber vê ev du sale li otelê garsoniyê dike. Ayşe dawiya hefteyê li otelê dixebte. Ayşe diyar dike ku ji ber şert û mercan serê xwe vekiriye û got ji bilî vê nerehetiyek wê tine.
 
Aşe sibehê 06.00’an de tê otelê û heta 03.00’ê şevê dixebite. Yanî di roj rojekê de 21 saetan dixebite.  Piştî bîhndanek kûrt diçe karê xwe yê tekstîlê.
 
Ayşe destnîşan dike ku dema garsoniyê dike rastî êrîşa fîzîkî û gotînî ya muşteriyan nayê û sedema vê jî wiha got: “Midûra otelê jine. Ji ber vê jinan diparêze. Lê pêkanînên nebaş wek her derê li vir jî heye. Mînak dibêjim ‘ti tiştekî venaxwî’ dibêje ‘here piştre were’. Yek tê dibêje ‘kursiya min kaşke ezê runim’. Yek tê dibêje ‘xwe bide alî ez derbas bim’.”
Tebaxek bikeve…
 
Ayşe ji ber saetan dixebite diweste û carna hêza wê diqede. Di vê rewşê de xistina qedeh û tebaxan pir normale. Di rewşên wisa de rastî gotinên wekê ‘sewal li ber xwe binêre!’ tên. Ji sê zarokên wê ya herî mezin ji bo zanîngehê xwe amade dike lê bi derfetên xwe ji ber nekare biçe cihekî perwerdê bigere.  Çêwikên wê jî di lîsteyê de dixwînin.  Pêwistiya Ayşeyê jî wek her karkerî heye ku beramberê keda xwe bigire.